Şaredariya Gel a Reqayê riyan amade dike

Komîteya Xizmetaan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê riyên taxa Meşelb ên zirar dîtibûn, amade dikin.

Şaredariya Gel a Reqayê riyan amade dike
Şaredariya Gel a Reqayê riyan amade dike
Şaredariya Gel a Reqayê riyan amade dike
10 hezîran, 2018   11:58

REQA

Ji ber wêranî û zirarên di riyên bajarê Reqayê de çêbûn, Şaredariya Gel a Reqqayê bê navber kar û xebatan dide meşandin.

 Komîteya Xizmetguzarî ya Şaredariya Gel a Reqayê riyên Taxa Meşleb bi dirêjbûna 2 kîlometreyan amade kir. Riya hate amade kirin ji çerxeriya sûka hesen a li taxa Meşleb û ber bi sûka El-Makif Şerqî ya li taxa Rimêla ve hate amadekirin.

Komîteya Xizmetan a şaredariyê riyan li ser 2 qonaxan temîr dike, riyan rast dikin, û di qonaxa duyemîn de jî dê rê were isfeltkirin.

Riya hate temîrkirin xwedî girîngiyek mezine, ew xeta ku taxa El-Meşleb û taxa Rimêla dighîne hev.

Derbarê mijarê Endizyar Mihemed Ebdulqadir ku li ser xebatên amadekirina rê disekine destnîşan kir ku xebatên wan dê li ser du qonaxan pêk bîn in.

ANHA