Di demek nêzîk de buroya Meclîsa Jinên Sûriyê li Reqayê tê vekirin

Komîteya Jinan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên amadekariya vekirina navenda Meclîsa Jinên Sûriyê ber bi dawî ve dibe.

Di demek nêzîk de buroya Meclîsa Jinên Sûriyê li Reqayê tê vekirin
10 hezîran, 2018   11:11

RUBA EL-ELÎ / REQA

Piştî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Xebatên rêxistinî hatin destpêkirin û gav li pey gavan pêşketin hate jiyankirin. Meclîs û komîteyên taybet hatin avakirin.

Di aliyê rêxistinî de yên taybet bi jinan jî gavên mezin hatin avêtin. Gelek sazî hatin avakirin. Ev yekem care ku jinên Reqa di hemû qadan de rola pêşengiyê dane ser milê xwe.

Jinên Reqayê niha amadekariya vekirina buroya Meclîsa Jinên Sûriyayê dikin. Ev yek bi armanca ku jin bi xwe rêveberiya xwe bikin.

Derbarê mijarê de Endama Rêveber a Komîteya Jinan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl got ku ji mehekê û vir ve ew amadekariya vekirina buroya Meclîsa JInên Sûriyê li Reqayê dikin û got ku di demek nêzîk de dê buro were vekirin.

Feyrûz, her wiha destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina navendê ew e ku jin hêviyên xwe pêk bîn in û rola xwe ya xwezayî di nava civakê de bigirin.

ANHA