'Êrîşên dagirkeran li Efrînê fermaneke nû li dijî Êzdiyan e'

Welatiyên ji pêkhateya Êzdî diyar kirin ku kiryarên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê yên weke kuştin, revandin, hilweşandina mezarên Êzdiyan berdewama kiryarên çeteyên DAIŞ'ê ya li Şengalê ye.

'Êrîşên dagirkeran li Efrînê fermaneke nû li dijî Êzdiyan e'
10 hezîran, 2018   07:09

ELÎ GEDRO – CAFER CAFO / ŞEHBA

Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê yên hilweşandina mezar û deverên pîroz ên Êzdiyan li Efrînê de, welatiyên Êzdî yên ku neçarî koçberiyê hatine kirin ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Welatiyê bi navê Gîvara Hesen ê ji gundê Endarê ya girêdayî bajarê Efrînê diyar kir ku hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê berdewama kiriyarên çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê ye û wiha got: "Dagirkeran mezar û deverên pîroz ên Êzdiyan li Efrînê hilweşandin. Evan kiryar di çarçoveya tunekirina hebûna Êzdiyan de tên pêkanîn û ev fermana 74'an li dijî pêkhateya Êzdî ye."

Welatiyê bi navê Ebû Xelo yê ji gundê Keferzîtê ya girêdayî devera Cindirêsê di derbarê heman mijarê de wiha anî ziman: "Tevî hemû talan, kuştin û revandinê, dagirker hewl didin hebûna Êzdiyan di Efrînê de tune bikin û hemû mezar û deverên pîroz hildiweşînin."

Welatiya bi navê Qudret Betal kiryarên artêşa dagirker a Tirkiyeyê di derheqê pêkhateya Êzdî de şermezar kir û bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van kiryaran jî bi tundî şermezar kir û bang li hemû rêxistinên hiqûqî yên navnetewî kir ku destwerdana xwe bikin û bi berpirsyariyên xwe yên mirovahî rabin û rê li pêşiya hovîtiya artêşa Tirkiyeyê bigirin.

Artêşa Tirkiyeyê ji dema ku herêma Efrînê dagir kiriye ve gelek welatiyên Êzdî revandine û hêjî çarenûsa wan ne diyar e. her wiha gelek mezarên taybet bi pêkhateya Êzdî hilweşandin.

ANHA