Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê mertala parastina bajêr e

Hêzên Erka Xweparastinê ya bajarê Minbicê weke mertala parastina bajêr a ji hemû êrîşên derve re tê destgirtin. Beşdarbûna ciwanên herêmê di nava vê hêzan de zêde dibe. Piştî gefxwarinên Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî bajarê Minbicê hejmara ciwanên ku berê xwe didin navendên Erka Xweparastinê zêde bûye.

Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê mertala parastina bajêr e
Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê mertala parastina bajêr e
Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê mertala parastina bajêr e
10 hezîran, 2018   06:10

AZAD SEFO – NEJBÎR OSMAN / NAVENDA NÛÇEYAN

Erka xweparastinê erkekî niştimanî, mirovahî û exlaqî ye. Parastina welat û saziyên wê li gorî rêgez û nirxên demokratîk, mirovahî, parastina civakê, jiyana hevbeş, wekheviyê  ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad erka her welatiyekî ye. Li ser vê bingehê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di 2'yê mijdara 2017'an de qanûna pêkanîna erka xweparastinê da.

Piştî ku ev qanûn hate derxistin, ciwanên bajarê Minbicê û gundewarê wê yên ku temenên wan di navbera 18 û 30 salî de ne berê xwe dan navendên Erka Xweparastinê. Ciwanên ku cihê xwe di nava hêzên leşkerî yên weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn de digirin ev qanûn nagire nava xwe. Ji her ciwanekî bi dildarî tê xwestin ku beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê bibe û piştî ku deftera xwe ya leşkerî werdigire rasterast derbasî perwerdeyên girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê dibe.

Bi beşdarbûna nava hêzên Erka Xweparastinê komployên Tirkiyeyê têk diçin

Piştî ku qanûn hate derxistin bi dehan ciwanên bajarê Minbicê û gundewarê wê yên hemû pêkhateyan berê xwe dan navendên Erka Xweparastinê û navên xwe qeyd kirin. Lê hin aliyên derve yên weke dewleta Tirk bi armanca derxistina tevliheviyan derew di nava welatiyên Minbicê de belav dikirin. Van aliyan bi riya belavkirina van derewan hewl dan projeya erka xweparastinê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Demokratîk a Minbicê têk bibin û rê li pêşiya beşdarbûna ciwanan bigirin. Lê ciwanên herêmê li hemberî van komployên Tirkiyeyê serwext bûn û bi israr beşdarî nava xebatên erka xweparastinê bûn.

Piştî ku hejmara ciwanên beşdar temam bû, Hêzên Erka Xweparastinê Akademiya Şehîd Umer di 22'yê Çileya 2017'an de yekemîn dewreya Erka Xweparastinê di bin navê dewreya Şehîd "Hisên Mihemed" de vekir. Beşdarên dewreyê ku 45 rojan dom kir waneyên leşkerî û misyonên taybet wergirtin.

Piştî gefxwarinên Tirkiyeyê beşdarbûn zêde bû

Akademiya Şehîd Umer Nebo jî amadekariya pêşwazîkirina hejmara duyemîn a hêzên Erka Xweparastinê dike. Serdana ciwanên herêmê di van demên dawî de, bi taybet piştî ku dewleta Tirk gefa êrîşan li bajarê Minbicê xwarin, li navendên Hêzên Erka Xweparastinê zêde bûye. Niha hejmara ciwanên beşdarî Hêzên Erka Xweparastinê ya taybet bi Minbicê bûne 1000 leşker ji hemû pêkhateyan derbas kiriye.

Girêdayî mijarê Hevseroka Komîteya Parastin û Xewparastinê ya bajarê Minbicê Şîlan Silêman ji ajansa me ANHA'yê re axivî û behsa qonaxên pêşketina Hêzên Erka Xweparastinê bû. Şîlan diyar kir ku piştî qanûna Erka Xweparastinê li Minbicê derket, ciwanên herêmê bi dildarî berê xwe dan navendên Hêzên Erka Xweparastinê. Niha jî hejmareke ciwanan berê xwe didin Akademiya Şehîd Hisên Mihemed da ku beşdarî dewreyên wê yên perwerdeyê bibin.

Şîlan Silêman di axaftina xwe de got ku Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê ti carî destwerdaneke hêzên derve li herêmê qebûl nakin û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide tevliheviyan li herêmê derbixîne. Lê ciwanên herêmê bi van derewên Tirkiyeyê nayên xapandin û berûvajî wê beşdarbûna ciwanan di nava hêzên Erka Xweparastinê de zêde bûye û diyar dikin ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe parastina axa xwe bikin."

Hevseroka Komîteya Parastin û Xewparastinê ya bajarê Minbicê Şîlan Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên Minbicê û bi taybet ciwanan kir ku beşdarî nava xebatên erka xweparastinê bibin û bi derewên ku aliyên derve belav dikin neyên xapandin.

ANHA