Milfono û çîroka xwe ya hostetiyê

Milfono, ji beriya 50'î salî karê boyaxkirina cilan dike. Ji ber ku di karê xwe de serkeftîbû, li paytexta Elmanyayê Berlînê şaxeke boyaxkirina cilan vekir.

Milfono û çîroka xwe ya hostetiyê
Milfono û çîroka xwe ya hostetiyê
Milfono û çîroka xwe ya hostetiyê
Milfono û çîroka xwe ya hostetiyê
Milfono û çîroka xwe ya hostetiyê
10 hezîran, 2018   07:14

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Ebdulbaqî Remedan, di nava civakê de bi navê Milfono tê naskirin, di sala 1963‘an de ji birayê xwe yên mezin fêrî hostayetiya boyaxkirina cilan bûye û heta niha di vê pîşeyê de berdewam dike.

Milfono bi Suryanî tê wateya Hoste, ji ber ku Ebdulbaqî  cilên kevin boyax dikir û nû vedigerand, Ew navê girt.

Ebdubaqî 2 salan li Helebê kar kir û piştre vegeriya navçeya xwe Dirbesiyê yê girêdayî kantona Hesekê. Li wir bi alavên destpêkî (ûtiya bi komirê germ dibû) dest bi kar kir û her wiha boyax ji paytexta Sûriyê Şamî tanî.

Milfono, di derbarê boyaxê de wiha got: "Em di berûşeke  mezin de ava boyaxê heta nîv saetê dikelînin, piştre em cilan dixin wê avê û pê heta nîv saetek dikelîn. Piştî qederekê em cilên boyaxkirin derdixin û dikin ava sar, bi vî awayî boyaxkirin bi dawî dibe."

Milfono her wiha li ser mijara ûtîkirina cilan di wê demê wisa got: "Min ûtî datîna ser komirê heta germ dibû û bi perçeyek caw min ji ser kamirê radikir û min cil ûtî dikir."

Milfono destnîşankir ku ew ji ber xwesteka xwe di 13'e saliyê de zû ev kar hîn bûye. Ji ber ku kesek guhnedida fêrbûna vê karî ew pir jê sûd wernagire, lewma wî guh da kar û jê sûd baş wergirt.

Ebdulbaqî wekî ku ew kar ji birayê xwe fêrbûye, zarokên wî jî jê hîbûne û heta beşek li paytexta Almaniyayê Belînê vekirine.  

(şx)

ANHA