Şêniyên Reqayê sersaxî ji malate Endamê Komîteya Ciwanan re xwestin

Bi sedan şêniyên Reqayê sersaxî ji malbata Endamê Komîteya Ciwanan û Sporê ya Reqayê Imad El-Mihawiş re xwestin. El-Mihawiş dema erka xwe pêk tanî di encama qeza tirafîkê de şehîd bû.

Şêniyên Reqayê sersaxî ji malate Endamê Komîteya Ciwanan re xwestin
Şêniyên Reqayê sersaxî ji malate Endamê Komîteya Ciwanan re xwestin
Şêniyên Reqayê sersaxî ji malate Endamê Komîteya Ciwanan re xwestin
9 hezîran, 2018   12:19

REQA

Endamê Komîteya Ciwan û Sporê ya Reqayê Imad El-Mihawiş dema erka xwe pêk tan, di encama qezaya Tirafîkê de jiyana xwe ji dest da. Konê sersaxiyê li deriyê malbata wî ya li herêma El-Kesrat hate vekirin.

Bi sedan welatiyên Reqayê bi armanca sersaxiyê berê xwe dan konê sersaxiyê ya li herêma El-Kesrat hate vekirin.

Di bin konê sersaxiyê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk Yûsif El-Şemrî, li ser navê Meclîsa Jinên Azad Meryem El-Ebo û li ser navê Şêxên eşîrên ereba li herêmê Mihemed El-Elî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malabtên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku gelê herêmê bi jiyana hevbeş û biratiya gelan herêmên xwe birêve dibin.

Li ser navê Komîteya Ciwanan û Sporê jî Enwer El-Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hemû hevalên wî re xwest û got ku dê ciwan bi tekoşîna xwe serbikevin û soza şopandina riya şehîdan da.

Girseya gel bi diruşmeyan ji bin kon derketin.

(dc)

ANHA