QSD'ê nasnameya şehîdekî Bagera Cizîrê eşkere kir

Navenda Ragîhandina QSD'ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê QSD'ê Esed Mihemed El-Feyad (Mecid) dê di berxwedana Bagera Cizîrê de şehîd bû eşkere kir.

QSD'ê nasnameya şehîdekî Bagera Cizîrê eşkere kir
9 hezîran, 2018   12:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragîhandina QSD'ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bû, eşkere kir.

Daxuyaniya QSD'ê ku li ser malpera fermî ya hate weşandin wihaye: "Hemleya Bagera Cizîrê bi hemû hêza hêza xwe didome. Şervanê me Esed Mihemed El-Feyad dema erka xwe ya parastina xelkên xwe pêk tanî, şehîd bû. Em soz didin şehîd û hemû şehîdan ku em ê heta dawî şopdarên riya wan bin û emê bostek ji xaka xwe ji dijmin re bernedin. Em sersaxiyê ji xwe re û malbata şehîd re dixwaz in.

Nasnameya Şehîd wihaye:

Nasnav: Mecid

Navê rast: Esed Mihmed El-Feyad

Navê dayîkê: Rewda

Navê bav: Mihemed

Cihê û dîroka şehadetê: Dêrazor di 4'ê hizêrana 2018'an de