Aloziya Mazotê li Şehbayê jiyanê dixe xeterê

Aloziya Mazotê li herêma Şehbayê ku ji ber çembera li ser herêmê hatiye ferizkirin û girtina riyên bazirganiyê dûr dibe. Buhayê lîtreya mazotê heger hate peydakirin dighêje 300 lîreyên Sûriyê.

Aloziya Mazotê li Şehbayê jiyanê dixe xeterê
Aloziya Mazotê li Şehbayê jiyanê dixe xeterê
Aloziya Mazotê li Şehbayê jiyanê dixe xeterê
Aloziya Mazotê li Şehbayê jiyanê dixe xeterê
9 hezîran, 2018   09:19

ELÎ GEDRO – CEFER CEFO / ŞEHBA

Di encama êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser kantona Efrînê bi dehezaran welatiyên Efrînê berê xwe dan kantona Şehbayê, di encamê de qelebalix zêde çêbû. Di vê rewşê de jî buhayê her tiştî zêde bû û di aliyê jiyanî de zehmetî pêk hat. Di vê rewşê de jî rê hatin girtin û herêm ket çemberê. Ji ber çemberê û riyên hatine girtin, êdî mazot pir bi zehmetî tê peydakirin.  Ji madeyên ku nayên peydakirin madeya mazotê ye. Pir bi zehmetî tê peydakirin.

Rêjîma Sûriyê li dijî Şehbayê siyasetek qirêj dide meşandin, rê nade sîtêrên mazotê derbasî kantonê bibin. Di heman demê de dewleta Tirk û çeteyên wê hemû rê girtine û rê nadin tiştk derbasî herêmê bibe.

Bi hatina demsala havînê re germa zêde bû û aloziya mazotê hîn kûrtir bû. Ji ber mazot di xebatên xebitandina firnan de tê bikaranîn, her wiha di berhevkirina hilbirîna zeviyên welatiyan û hemû karên din de tê bikaranîn. Buhayê bermîlek (varêlek) mazot gihiştiye 70 hezar lîreyên Sûriyê (Derdora 160 dolarên Amarekî) ew jî pir kêm carna heger di riya hin bazirgan û alîgirên rêjîmê re dederbas bibe.

Rayedar û şêniyên herêma Şehbayê dibêjin ku heger aloziya mazotê hîn kûrtir bibe, dê firinên çêkirina nan  û jenetor û hemû alavên çandiniyê û yên xizmetguzariyê bisekin in. Ev jî metirsînekê li ser hemû welatiyên herêmê çêdike.

Endamê Rêveber ê Şaredariya Şehbayê Mihemed Ehmed diyar kir ku di dema dawî de alzoiya mazotê ji ber çembera li ser herêmê hatiye ferizkirin zêde bû ye û wiha dom kir: "Ev yek xeteriyê li ser mewsimê çandiniyê û jiyana welatiyên herêmê dike."

Ehmed bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku rewşa welatiyan di ber çavan re derbas bikin û ji bê dengiya xwe derkevin.

Yek ji xwediyên jenteroran li gundê Kefer Qaris a girêdayî navçeya Fafînê Abdîn Mustefa derbarê mijarê de got ku meha Remezanê ye û rewşa hewayê germe û ev tişt anî ziman: "Ji ber qutkirina mazotê rewşa welatiyan zehmet dibe. Ev jî karê jenetoran dide rawestan."

(dc)

ANHA