Polîsên Tirafîkê li bajaroka El-Cirniyê xebatên xwe fireh dike

Polîsên Tirafîkê yên girdayî Hêzên Ewlekariya Hindirîn a bajaroka El-Cirniyê ya bakur-rojavayê Tebqayê li riyên ketin û derketina bajarok, her wiha di nava bajarok de jî tirafîkê birêxistin dikin. Niha jî amadekarî tê kirin ku noqteyên kontrolkirina tirafîkê di nava bajaroka de were zêdekirin.

Polîsên Tirafîkê li bajaroka El-Cirniyê xebatên xwe fireh dike
9 hezîran, 2018   06:51

TEBQA

Polîstên Tirafîkê yên bajaroka El-Cirniyê ji beriya 6 mehan ve kar û xebatên xwe bi armanca rêxistinkirina çûn û hatinê û parastina ewlekariya welatiyan karê xwe didomîn in. Rê li ber qelebalix û astengiyên li pêşiya tirafîkê bi taybet li kolanên sereke digirin. Di heman demê de belgeyên fermî yên erebeyan kontrol dikin.

Endamê Rêveber ê Tirafîka Polîsên Tirafîkê yê navçeya El-Cirniyê Ebdulqadir El-Cok derbarê kar û xebatên xwe de ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku me reşkirina camên erebeyen qedexe kir û wiha dom kir: "Ev bi biryara fermandariya polîsên Tirafîkê pêk hat. Ajokariya motorskêltan bi awayekî bê ser û ber ku ji aliyê kesên temenê wan kêmî 18 salan hatiye qedexekirin, heger pêk hat motorsklêta wan dê were destserkirin."

Polîsên Tirafkî li bajar sê noqteyên xwe li bajaroka El-Cirniyê çêkirine û niha amadekarî tê kirin ku hin noqteyên din werin zêdekirin, di heman demê de dewriyeyên şev û roj jî digerin, armanca wan ew e ku belgeyên fermî yên erebeyan kontrol bikin.

Li gorî pîlana pêşerojê dê polîsên Tirafîkê li bajaroka Til Osman a li bakurê El-Cirniyê odeya polîsên tirafkî vebike.

(dc)

ANHA