Li Kerkûk teqîn: 1 mirî, 15 birîndar

Li Kerkûkê sê teqînên cûda rû dan. Di encamê de 1 welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn.

Li Kerkûk teqîn: 1 mirî, 15 birîndar
9 hezîran, 2018   07:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ewlekariya Iraqê got ku li Kolana QUdis a li nêzî Mizgefta Ebrar teqîne rû da, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 14 kes birîndar bûn. Teqîna duyemîn li kafîteryekê ku nêzî tirafîka Kerkûkê bû pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bûn.

Li taxa Musella jî teqînek pêk hat, di vê teqînê de tu zirarên canî pêk ne hatin.