Şaredariya Meşûqê… tevî derfetên kêm berhemdar e

Şaredariya gel a bajarokê Meşûqê, pêngava paqijkirina û pêşkeşkirina xebatên xizmetguzariyê li gundên derdora bajarokê dest pê kir. Her wiha şaredariyê pirojeyên pêşerojê amade kirine.

Şaredariya Meşûqê… tevî derfetên kêm berhemdar e
Şaredariya Meşûqê… tevî derfetên kêm berhemdar e
Şaredariya Meşûqê… tevî derfetên kêm berhemdar e
Şaredariya Meşûqê… tevî derfetên kêm berhemdar e
9 hezîran, 2018   06:25

KEDER IBRAHÎM-RÊNAS RIMO/QAMIŞLO

Şaredariya gel a bajarokê Meşûq a girêdayî navçeya Tirbesipiyê ya kantona Qamişlo, di meha Gulana borî de pêngava paqijkirina gund û riyên gundên bajarokê da dest pê kirin.

Li gorî dabeşkirina îdarî 33 gund girêdayî bajaroka Meşûqê ne.

Piştî hilbijartinên şaredariyan a di meha Kanûna sala 2017'an de hatibûn li darxistin, şaredariya bajarokê Meşûq bi derfetên xwe yê heyî xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkeş kir.

Li gorî agahiyên ku Hevseroka Şaredariya bajarokê  Fatma Remo bi ajansa me (ANHA) re parvekirine, riyên di navbera gundan ji bermahiyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û dermanên kêzikan bi nêzîkbûna meha havînê li gundan hatibû reşandin.

Fatma her wiha destnîşan kir ku şaredariyê bi armanca rê girtina li ber nexweşiyan, heftane du erebeyên gelaşê, çopê ji nav gundan kom dikin, riyên gundên bajarokê ronî kiriye û bîrên 6 gundan da ku şênî avê jê vexwin bi motor kiriye".

Di derbarê projeyên ku şaredariyê li gorî palnsaziya xwe danîne, Hevseroka Şaredariyê Fatma piroje wiha rêz kir: "Projeya gulîstana Jinê, projeya avakirina 4 piran li deşt û çemên gundên (Meşûq, Gerdîm, Girê Birê û Nebûe), ji nûve avakirina 2 lîstokgehên gundên Meşûq û Kerdîm, projeya qîrkirina riyên gundên bajarokê û projeya kanalzasyonê pêşkeşî Komîteya şaredariyan li Qamişlo hatine kirin.

(şx)

ANHA