Edaleta Civakî li Dêrazorê pêş dikeve

Dozgeriya Giştî ya herêma El-Cezrat a gundewarên Dêrazorê di çarserkirina doz û nakokiyên di navbera welatiyan de edaleta civakî pêş dexe. Li gorî vê sîstemê doz li gorî irf û adetên civakî têne çareserkirin.

Edaleta Civakî li Dêrazorê pêş dikeve
9 hezîran, 2018   05:56

HEMD El-MUSTEFA / DÊRAZOR

Desteya Îda û Lêpirsînê ya girêdayî Dozgeriya Giştî ya Herêma El-Cezrat a Dêrazorê ji bo beşdarkirina saziyên û civakê di pêkanîna edaleta civakî de kar dike. Doz li gorî razîkirina aliyan li gorî civakê pêk tê.

Desteya Edaletê "Komîteyên Lihevanînê" di çareserkirina dozên civakê roleke sereke digre û rihê hezkirin û borandinê di nacva kes û civakê de belav dike.

Mala jinan jî cihê xwe di çareserkirina dozên jinan de digre, hemû dozên girêdayî jinan, her wiha nakokiyên di navbera hevjînan de di riya wan re têne çareserkirin. Di heman demê de parastina jinan di nava civakê de dike.

Dozgeriya giştî ya herêma El-Cezrat a Dêrazoê di 21'ê nîsana 2018'an de hate avakirin. Wekî du beşên Desteya Îda û Lêpirsînê hatin girêdayî wê ne, di her desteykê de 3 rêveberên ji herdû zayendan heye. Rêveber ji şêniyên herêmê yên xwedî tecrubeyên qanûnî ne.

Desteya Îda û Lêpirsînê ya herêma El-Cezrat dozên wekî yên kuştin, pevçûn, bazirganiya çekan û sextekariyê yên li dijî exlaqên civakê ne lêkolîn dikin. Ema her dozêngirêdayî nakokiyên ji bo mal û emlak, an jî civakî be komîteya lihevanîn ê ya herêmê lêkolîn dike û hewl dide herdû aliyan di riya sulhê re lihev bîne.

Dozger Elî Irsan derbarê xebatên Dozgeriya Giştî ji ajansa me re axivî û got ku ji ber komîteyên lihevanîn dikarin gelek dozan di riya lihevanînê û bi awyekî aştiyane çareserbikin û wiha dom kir:"Di dema rêjîma Sûriyê de doz ne dihatin çarserkirin. gelek kesên dozên wan hîn ji dema rêjîm li herêmê bû û heta niha ne hatine çareserkirin, ji me dixwazin em ji wan re çareser bikin. Heta niha me 20 dozên heyî çareser kirine. "

(dc)

ANHA