ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.06.2018
9 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Şêniyên gundê Bisêra ya rojhilatê bajarê Dêrazorê cenazayê şervanê QSD‘ê Mecid El-Feyad ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû,oxir dikin. Saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê Êla Bû Sultan Adil Ebdulselam got, "Ne ji mafê ti kesî ye dest li Minbicê wer bide, gelê Minbicê bi xwe çarenûsa xwe diyar dike. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Sivîl nûnertiya gelê Minbicê dikin". (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Şêxmûs Mûsa diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk ji bo hemû kurdan xeterî ye û banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Minbicê berpirsyariya xwe ya xizmeta civakê û pêşxistina bajêr bi rêk û pêk tîne. Şardariyê gelek proje ji bo bedewbûna bajêr pêk anî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dozgeriya Giştî ya herêma Cezrat a gundewarê Dêrazorê li gorî piransîpên dada çivakî nakokiyan çareser dike. Dozgeriyê ji roja hate damezirandin heta niha ji 100 dozan 20 çareser kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Şehbayê ji ber ambargoyê ji çar aliyan ve û qutbûna riyên di navbera kantonê û herêmên din de, pirsgirêka kêbûma mazotê û bilindûna buhayê wê rû daye. Nirxê her lîtreyekê 300 lîreyên Sûrî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a bajaroka Maşûq, pêngava paqijkirina gundan ji toz û qirêjê daye destpêkirin. Her wiha hewl dide gelek projeyên din pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA