Şandeya Koalîsyonê destekedayîna xwe ji Minbicê re dubare kir

Şandeya Koalîsyona Navdewletîya li dijî DAIŞ'ê ya ku serdana Minbicê kir ku tekez kir ku ewê alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bike û wê heta dawî li gorî soza xwe bin. Şandeyê da zanîn ku ewê heta dawî parastina ewelkariya Minbicê bikin.

Şandeya Koalîsyonê destekedayîna xwe ji Minbicê re dubare kir
8 hezîran, 2018   08:58

MINBIC

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh pêşwaziya Şandeya Koalîsyona Navdewletîya li dijî DAIŞ'ê kirin. Şande bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî ya bajarê Minbicê ji hemû aliyan de her wiha ji bo nîqaşkirina itîfaqa ku dezgehên çapemeniya Tiriyê behsa wê dikin, serdana Minbicê kirin. Civîn Ii hola civînan a navenda Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate lidarxistin.

Şandeya Kaolîsyona Navdewletî ji General James Grad, Captain Will, Sefîrê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amarîka li Erebistana Siûdiyê William Roubak pêk dihat. Hevserokê Komîtya Hindirîn a Minbicê Ebd Mustefa û Hevserokê Komîteya Têkiliyên Civakî Adil Ebdulselam jî bi şandeyê re li nava kolanên Minbicê geriyan. Paşê bi rêveberiya Minbicê re civiyan.

Fermandrê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil, Cîgirê wî Şêx Îbrahîm Benawî, Ebû Elî Necim, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û hejmareke ji fermandarên meclîsê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de nîqaş li ser rewşa dawî ya Efrînê, gotegotin dezgehên çapemeniya Tirkiyê derbarî lihevkirinên di navber Tirkiyê û Emerîka de hatin kirin. Her wiha gelek tiştên girêdayî rewşa Minbicê hatin zelalkirin û têkiliyên bi armanca desteke dayîna ji ewle û aramiya bajêr re hatin nîqaş kirin.

Ji aliyê xwe ve Ceneral Cerard tekez kir ku ewê heta dawiyê alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikin û wê heta dawiyê li gorî sozê xwe bin û wê kooalîsyon heta dawiyê li bajêr karê xwe bidomîne û parastina ewlehî û aramiya herêmê bike.

Wezîrkê Karê Derve Mewlûd Şawîş Oglo beriya niha bi Wezîrkê Karê Derve yê Amarîka re Mayik Bambo roja duşemê li Washngtonê civiyan. Di wê civînê de Tirkiyê bi Amarîka re derbarê Minbicê li ser çend xalan lihev kirin.

Ji aliyê xwe ve şandeya Koalîsyona Navdewletî û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berê xwe dan avahiya opersyonên hevbeş a girêdayî Koalîsyona Navnetewî da ku kar û xebatên wan bişopînin.

 (bx)

ANHA