Girîngiya bajroka Dişîşa

Bajaroka Dişîşa ya li ser sînorê Sûriyê û Iraqê navendeke bazirganiyê û piştî herêm din ji çeteyan hate standin, bû bargeha sereke ya serçeteyên DAIŞ'ê yên paya bilind

Girîngiya bajroka Dişîşa
8 hezîran, 2018   08:43

EHMED SEMÎR / HESEKÊ

Bajaroka Dişîşa 70 km dikeve başûrrojhilatê Hesekê, 5 km ji sînorê Iraqê dûr dikeve, bi pirbûna girên xwe tê naskirin. Çeteyên DAIŞ‘ê ji beriya 5 salan ve piştî hêzên rêjîmê ji bajaroka Dişîşa derxistin, dagir kirin.

Bajaroka Deşîşa wekî navendeke bazirganiyê ji bo çeteyandi navbera herdu welatan de vediguhestin. Her wiha çeteyan li vir pîlanên xwe yên pêkanîna êrîşên amade dikirin.

Çeteyên DAIŞ‘ê tiştên ku li Iraqê talan kiribûn û dizîtibûn, li bazarên bajaroka Dişîşa kom dikirin û difrotin. Her wiha li hemberî niştecihên vê herêmê kiryarên herî hovane li dijî sivîlan pê di anî.

Li aliyekî din jî ev bajarok wekî spartgeha fermandarên mezin ên çeteyên DAIŞ‘ê tê dîtin. Ev dever niha bûye armanca Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Şervanên QSD‘ê di qonaxa temamkirina rizgarkirina herêmên başûrrojhilatê bajarê Hesekê ji çeteyên DAIŞ‘ê ya Bagera Cizîrê, ev bajarok kir armanca xwe.

Şervanên Bagera Cizîrê ji du baskan ve (Hol û Şedadê ve) ber bi vê bajarokê ve pêş de çûn û di nava 4 rojan de serkeftinên mezin bidestxistin û nêzîk bûne ku dawî li DAIŞ li bargeha xwe ya girîng û ya dawî bînin.

Şervanê QSD‘ê Mehmûd Îbarhîm derbarê pêngavê de ji ANHA‘yê re got: "Pêngava me ya nû ber bi bajaroka Dişîşa ve destpê kir, em ji baskê Selîba 7 km nêzî bajarokê bûn. Çeteyên DAIŞ‘ê gelek mayîn danîne da ku pêşveçûnên me asteng bike. Lê bi ser neke. Li gundên derdora wê jî sivîl hene, em ê hewl bin bêyî ziyan bighêjin wan sivîlan, wan derxînin."

Îbrahîm diyar kir ku hejmarek mezin çete xwe li bajaroka Dişîşa xwe bi rêxistinkin kirine û ev tişt anî ziman, "Em ê heta dawî şerê wan bikin û wan tune bikin ji ber sivîlên Kurd, Ereb û Êzidî qetil kirin û her tişt talan kirin."

Şervanê QSD‘ê Mehmûd Îbrahîm daxuya kirin ku çete sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin û soza rizgarkirina bajarokê ji çeteyan dûbare kir.

(bb)

ANHA