Polîsên Îranê kasibkarekî Kurd kuşt, 3 jî birîndar kirin

Polîsên Îranê kasibkarekî Kurd kuşt, 3 jî birîndar kirin
8 hezîran, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Nezî bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê komek kasibkaran ketin kemîna polîsên Îranê. Di encam de kasibkarek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke malpera Kolbernews`ê ku îro weşandiye, du roj berê komek kasibkar (bazirganên ser sînor) li bajaroka Dolameydanî ya ser bi bajarê Pîranşar a girêdayî parêzgeha Urmiyê ye, ketin kemîna polîsên Îranê. Di encam de kasibkarê bi navê Eshad Sûr hate kuştin û 3 kasibkarên din jî birîndar bûn. 

Ev dîmen yê cenazeyê Eshad Sûr ku dema ji aliyê welatiyan ve dibin nexweşxaneyê ye.

Di nava 10 rojan de ji derveyî Eshad Sûr 2 kolber hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne.