'Divê Kurdistanî bi yek helwestê li hemberî dagirkeriyê derbikevin'

Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û bang li partiyên siyasî û gelê Kurdistanê kir ku bi yek helwestê li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê li ber xwe bidin.

'Divê Kurdistanî bi yek helwestê li hemberî dagirkeriyê derbikevin'
8 hezîran, 2018   08:14

RÊNAS REMO / NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya helwestên li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê de Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî dagirkeriya Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir û got ku rewatiya vê dagirkeriya Tirkiyeyê tune ye û ti carî nayê qebûlkirin.

Xefûr di axaftina xwe de behsa dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrînê kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Evan siyasetên dewleta Tirk têkşikandina destkeftiyên gelê Kurdistanê armanc dike. Li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê dewletên herêmî û navnetewî jî bêdeng in. ev ne cara yekemîn e ku Tirkiye destdirêjiyên li Başûrê Kurdistanê dike."

Xefûr bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê û gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û bi yek helwestê li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê li ber xwe bidin.

Xefûr di dawiya axaftina xwe de banga lidarxistina çalakiyên cûda yên şermezarkirina artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê kir û bang li civaka navnetewî û dewletên herêmî kir ku ji vê bêdengiya xwe derbikevin.

ANHA