Kongreya 4'an a YRA dest pê kir

Kongra4'an Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) bi diruşmeya "Ragîhandina azad dengê civaka azad e" bi beşdarbûna dehan xebatkarên çapemeniyê yên saziyên herêmî û navdewletî dest bipêkir.

Kongreya 4'an a YRA dest pê kir
8 hezîran, 2018   08:06

QAMIŞLO

Kongreya 4'an a YRA li navena Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna dehan xebatkarên çepemaniyê û endamên Meclîsa Sûriya Demokratîk, Navenda Ragîhandinê ya QSD û YPG'ê wekî mêvan beşdarî konfiransê bûn.

Salona Konferansê bi wêneyên şehîdên çapemeniyê yên di herêmên cûda yên Sûriyê dema kerka xwe ya çapemeniyê pêk tanîn şehîd bûn, hate dalqandin.

Di destpêkê de dîwana rêveberina konfiransê hate hilbijartin. Paşê Kongra bi deqeyekê rêzgirtinê hate destpêkirin.

Axaftina vekirinê ya Kongreyê ji aliyê Hevseroka YRA'yê Şehnaz Osman ve hate destpêkirin. Şehnaz di axaftina xwe de hemû şehîdên çapemeniyê bibîr anîn û da zanîn ku wan şehîdan ji bo dengê rastiyên bighîn in raya giştî ya cîhanê canê xwe feda kirin.

Konfirans bi axaftinên mêvananên beşdar dewam dike.

Tê payîn di Kongrayê de endamên Meclîsa Rêveberiya YRA û 2 hevserokên nû werin hilbijartin.

(dc)

ANHA