Şêniyên Qamişlo ‘em bi gelê xwe ye Başûr re ne’

Şenîyên bajarê Qamişlo êrîşên dagirkeriya li ser axa Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin ku kesên ku li gel Erdoganin we dîrok  wan jibîr neke û cêza bike.

Şêniyên Qamişlo ‘em bi gelê xwe ye Başûr re ne’
8 hezîran, 2018   08:19

MÛRADA KENDA-BÊRÎTAN MEDUSA / QAMIŞLO

Welatiyên bajarê Qamişlo derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya şêniyên Başûrê Kurdistanê bikin.

Welatiya  bi navê Adila Mihemed (54) êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk mîna gûrê har bûye. Li Efrînê ewqas şer kir û hemberî berxwedana 58 rojan hat. Îro jî ev berxwedan li Şehba ye didomê. Heger ne bi balafirên wan ba nikaribûn Efrînê dagir bikin. Dewleta Tirk di berxwedana li Efrînê de şîkest.  Îro jî êrîşî Başûrê Kurdistan dike. Me çawa li Efrînê de Erdogan têk bir emê li Başûrê Kurdistan de jî wî têk bibin.  Em Kurd giştî yekin û heya dawî bi gelê xwe yên Başûrê Kurdistan re ne.  Erdogan tu nikarê hêza me têk bibe.  Mafê mirovan mijara Kurda û êrîşên li ser wan de bedeng dimene. Bila hemû kes zanibe ku heger yek zarokên me jî hebe emê mafê xwe bistenin.”

Bi yekîtiya me êrîş we werin şîkandin

Şêniyên bi navê Şemsedîn Alan(58) jî diyar kir ku tu carî li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bedeng namenin û wiha got, “Tirkiyê ji serkeftinên Kurdan ditirse.  Ji ber we êrîşî çar parçeyên Kurdistanê dike. bila baş zanibin em jî ne ew Kurdin ku êrîşên dagirkeriyê re bedeng bimenin emê heya dawî berxwe bidin. Bi rihe yekîtiya hemû Kurdan we dagirkeriyan Tirkan vala derbixin. Xwestekên Tirkiyê parçekirina çar parçê Kurdistanê we vala derbikevê. Erdogan ne hilbijartinan de ne jî  şer de we bi serbikeve.  Yekîtiya me dema ku hebe kes nikarê êrîşî me bike. Girîngiya Kongreya Netewî roj bi roj zêdetir dibe.”

Dîrok xiyanêtê we cêza bike

Şêniyên bi navê Hecî Mehmûd (50) da zanîn ku heta îxanêtê û kesên ku bi Erdogan re tev digerin we dîrok wan cêza bike û wiha berdewam kir: “Ev 40 salên Tevgera Azadiyê li dijî dagirkeriyê berxwe dide. Di nava 40 salên de gelê Kurd tune nebuye bi êrîşên hovanê û hewldanên Erdogan jî tune nabe. Kesên ku  îxanêtê bikin dê di dîrokê de werin nivîsandin û tu carî nayên qebûlkirin.  Xwasteka Erdogan ew ê ku sîstema gelê Kurd û yekîtiya wan xerap bikin. em jî we pêyamê didin Erdogan ku we sîstema me bi serbikeve.  Gelê  me ye Başûrê Kurdistan bila zanibe ku em li gel wan in.  Heya xwîna xwe ya dawî emê bi wan re bisekinin. Berxwedana Efrînê emê li Başûrê Kurdistanê jî bidomîn in.”

ANHA