Dewleta Tirk li Efrînê dar û zeviyan dişewitîn e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dar û zeviyên welatiyên Efrînê dişewitîn in, hate zanîn ku  Artêşa Tirk zeviyên genim û ceh bi firehiya 10 hiktar şewitand in.

Dewleta Tirk li Efrînê dar û zeviyan dişewitîn e
8 hezîran, 2018   07:30

EFRÎN

Li gorî çavkaniyan ji kantona Efrînê ji nûçegihanê ajansa me (ANHA) re diyar kirin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh zeviyên welatiyên kantonê şewitandin. Ev jî yek ji binpêkirinên dewleta Tirk in.

Li gorî çavkaniyan diyar kirin navên malbatên ku zeviyên wan hatine şewitandin ev in: Malbata (Erefwa) ji gundê Qîbar in. 3 hektar ji zeviyên wan hatin şewitandin. Malbata (Nasan) 4 hektar ji zeviyên wê hatin şewitandin. Malbata (Zekeriya Şêx Hemza) ji gundê Dar Girê. 3 hektar ji zeviyên wê li aliyê rojhilat bakur deriyê ketina kantonê de hate şewitandin.

Çavkaniyê bi navê (Ş.N) ê ji gundê Birc Weqas a navçeya Şêrawa destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh nêzî saet 04.30`an darên zeytûnan û zeviyên ceh ên bakurê gundê Birc Weqas û rojhilatî gundê Beradê yê navçeya Şêrawa şewitandin.

Çavkanî destnîşan kir ku agir heta saetên derengî şevê di zeviyan de pêketî bû.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyekî din ji gundê Rota yê navçeya Mabata ragîhand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê firehiyeke pir mezin ji darên derdora gund şewitandin.

(bx)

ANHA