ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.06.2018
8 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Yekîtiya Ragihandina Aazad (YRA) 4‘emîn Konferansa xwe li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx ya li bajarê Qamişlo, li dar dixe. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Têkoşer Şervan Hesekê tevî ku birîndar bûn berxwedana xwe berdewam dikir û got ku kengî dê azad bijîn. Ji bo azadiya welat bi hemû hêz û derfetên xwe tevdigeriya. Di encamê de gihîşt asta şehadestê. (BI WÊNE)

- Şenîyên bajarê Qamişlo êrîşên dagirkeriya li ser axa Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin ku kesên ku li gel Erdogan in we dîrok  wan jibîr neke û ceza bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li gundê Bînê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê dibistaneke seretayî vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çeteyên DAIŞ‘ê bajaroka Deşîşa ya li ser sînorê Sûriyê û Iraqê wekî sûkeke ji bo bazirganiya di navbera herdu dewletan de bi kar di anî. Her wiha wekî bargeha fermandarên DAIŞ‘ê yên refa yekem dihat dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Fedrmandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil got ku hêzên wan tu carê derfet nadin tu hêzên din destwerdana karê şêniyên Minbicê bikin. Ebû Adil tekez kir ku heger tu êrîş li ser wan pêk were ew ê bersiva wê yekser û giran bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku hevpeymana Tirkî- Emerîkî di derbarê Minbicê de ne di cihê xwe de ye û tenê hevpeymaneke berjewendiyên siyasî yên taybet bi wan e. El-Qeftan bang li hemû aliyên siyasî yên Sûriyeyê kir ku konferanseke niştimanî li şûna Cenêv û Astana di Sûriyeyê de lidar bixin da ku hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê bêne derxistin, nemaze ti hinceteke wan a hebûna di Sûriyeyê de tune ye û tenê ji bo pêkanîna armancên xwe yên taybet li ser hesabê gelê Sûriyeyê dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û bang li partiyên siyasî û gelê Kurdistanê kir ku bi yek helwestê li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Beşê Hawîrdorê ya girêdayî Buroya Xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê ji bo sererastkirina hemû parkên bajêr û xemilandina wan xebatên xwe berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Desteya Çandinî ya Kantona Şehbayê Subhî El-Ehmed diyar kir ku pêwîtiyên wan ji bo depokirina genim pir kêm in û da zanîn ku ji ber tunebûna sotemeniyê jî rewşa çinînê di xeteriyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Komeleya Turkmenan a bajarê Minbicê hewl dide kevneşopî û çanda pêkhateya Turkmen biparêze. Damezrandina Komleyê bi riya çalakiyên wê gava destpêkê ber bi vejandina çand û kevneşopiya Turkmenan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Ji dema ku bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye rizgarkirin, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Demokratîk a Reqayê hewl dide hol û stadên werzîşê ku li ser destên çeteyan hatine xirabkirin sererast bike. Komîteyê aliyekî wan sererast kirin û ji bo temamkirina xebatên xwe pêdiviya wê bi alîkariyan heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

Siyasetmedar û Serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê Dr. Fayiq Kolbî diyar kir ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK( li hemberî destwerdana artêşa Tirkiyeyê li herêma Başûrê Kurdistanê berpirsyar e û got ku di navbera herdu aliyan de hevpeyaman hene. Her wiha bêdengiya partiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê destwerdanê rexne kir. Dr. Fayiq Kolbî guman dike ku çarenûsa Erdogan û partiya wî heman çarenûsa Sedam Hisên û partiya wî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA