Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn

Têkoşer Şervan Hesekê tevî ku birîndar bûn berxwedana xwe berdewam dikir û got ku kengî dê azad bijîn. Ji bo azadiya welat bi hemû hêz û derfetên xwe tevdigeriya. Di encamê de gihîşt asta şehadestê.

Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
Têkoşer Şervan li ser riya şehîdan: ka em azad bijîn
8 hezîran, 2018   04:15

ŞÎNDA EKREM / HESEKÊ

Di çarçoveya şoreşa welatiyên Rojava de gelek çîrokên berxwedan û lehengiyê yên ciwanên Rojava hene ku bi riya berxwedana xwe ya efsaneyî diyardeyên dîrokê nexşe kirine.

Yek ji şehîdên Rojava ciwanê bi navê Ebdilrehîm Hiso (Şervan Hesekê) ye. Têkoşer Şervan Hesekê di nava xebatên xwe yên şoreşgerî de wateya têkoşînê nîşan dide.

Têkoşer Şervan Hesekê li gundê Til Tewîl ê girêdayî Hesekê ji dayîk dibe û di sala 1980'yî de li bajarê Til Temirê bi cih dibe. Birayê 7 ciwan û 4 keçan e.

Têkoşer Şervan Hesekê ji zaroktiya xwe ve xwedî rihekî berpirsyar bû û bi rûkeniya xwe taybetmend bû. Di xwendina xwe de jêhatî bû, lê ji ber rewşa malbatê û kiryarên rêjîma Baasê neçar ma ku dest ji xwendina xwe berde.

Di 12 saliya xwe de beşdarî nava xebatên avakirina avahiyan dibe û piştî ku leşkertiya xwe dike di bazarên sebzeyê de dixebite.

Turfa dayîka têkoşer Şervan Hesekê di derbarê kurê xwe de wiha dibêje: "Şehîd Ebdilrehîm gelekî zîrek bû û di nava dost û hevalên xwe de gelekî dihat hezkirin. Her tim ji malbat û hevalên xwe re alîkar bû."

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re têkoşer Şervan Hesekê beşdarî nava xebatên şoreşê dibe. Di derbarê beşdarbûna wî de hevalê wî Cîger got ku di destpêka damezrandina Yekîneyên Parastina Gel de têkoşer Şervan Hesekê beşdarî nava xebatên parastinê bû û di destpêkê de xebatên wan ên rêxistinî bi awayekî veşartî dihatin meşandin.

Piştî ku têkoşer Şervan Hesekê di gelek perwerdeyên leşkerî û bîrdozî re derbas dibe, misyonên biçûk qebûl nake û xwest ku cihê xwe di tabûrên çalak de bigire.

Piştî ku têkoşer Şervan Hesekê beşdarî nava tabûreke çalak dibe di pevçûneke li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra de li gundê Til Beyder birîndar dibe. Tevî ku birîndar dibe berxwedana xwe li dijî êrîş û hovîtiya çeteyan berdewam dike.

Piştî 10 rojan ji birîndarbûna wî Yekîneyên Parastina Gel li dijî çeteyên DAIŞ'ê hemleya El-Sed li Hesekê dide destpêkirin. Dema ku têkoşer Şervan Hesekê destpêkirina hemleyê dibihîst, tavilê ji malê derdikeve û xwe dide eniyên berxwedanê.

Di nava şer û pevçûnan de têkoşer Şervan Hesekê her tim ji hevalên xwe re wiha digot: "Gelo kengî Kurdistanê dê azad jiyan bike û em ê azad bijîn? Ev derfeta me ye da ku em ji sîstemên desthilatdar xilas bibin. Divê em bi hemû hêz û derfetên xwe berxwedana xwe bidomînin û divê hemû ciwan beşdarî xebatên parastinê û şoreşê bibin."

Têkoşer Şervan Hesekê piştî demekê vedigere eniyên berxwedanê yên bajarê Serêkaniyê û li vir li dijî hovîtiya çeteyên Cebhet El-Nusra li ber xwe dide. Piştî ku giştî bajarê Serêkaniyê ji çeteyan hate rizgarkirin, têkoşer Şervan Hesekê cihê xwe di parastina bajêr de girt.

Di 21'ê Tebaxa 2013'an de, çeteyên Cebhet El-Nusra careke din êrîşî nuqteyên YPG'ê yên Serêkaniyê kirin û çeteyan di êrîşa xwe de alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirtin, nemaze gelek çete ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşî bajêr dikirin.

Lê beriya êrîşa çeteyan bi çend saetan têkoşer Şervan Hesekê û rêhevalê wî Serhed bi misyonekê li ser xeta sînor tên erkdarkirin û di encama teqîna mayîneke çeteyan de herdu şehîd dibin.

Di sibeha roja din de şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên Cebhet El-Nusra de dijwar rû didin. Piştî ku êrîşa çeteyan tê şikandin agahiya şehadeta têkoşer Şervan Hesekê û Serhed belav dibe.

Du birayên têkoşer Şervan Hesekê di merasîma oxirkirina birayê xwe de soz da ku tê tola birayê xwe hilînin û beşdarbûna xwe ya nava xebatên YPG'ê ragihandin.

ANHA