'Koalîsyona Navdewletî wê hevkariya xwe ya Minbicê bidomîn e'

Sefîrê berê yê Amarîka yê Erebistana Siûdiyê William Roubak diyar kir ku wê Koalîsyona Navdewletî piştgiriya xwe ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re bidomîn e.

'Koalîsyona Navdewletî wê hevkariya xwe ya Minbicê bidomîn e'
7 hezîran, 2018   12:21

MINBICÊ

Şandeyek paya bilind ji Koalîsyona Navdewletî îro serdana Minbicê kirin. Şande li navba bajarê Minbicê geriya û bi rêveberiya Minbicê re hevdîtin pêk anî û mijar itîfaqa di navbera Amarîka û Tirkiyê ku derbarê Minbicê pêk hat ji rêveberiya Minbcê re raber kir.

Çavkaniyekî ji hindirê civînê ku ne xwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me (ANHA) re got ku Sefîrê Berê yê Amarîka li Erebistana Siûdiyê William Roubak ku cihê xwe di şandeyê de girt tekez kir ku Koalîsyona Navdewletî dê hevkarî û piştgiriya xwe ya bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re bidomîn e.

Heman çavkanî destnîşan kir ku William Roubak got ku ew ê rê nedin çeteyên Artêşa tirkiyê ku bi tu rêbazan bikevin Minbicê.

Di demên dawî de rayedarên dewleta Tirk gelek daxuyanî derbarê Minbicê de dan û destnîşan kirin ku dê derbasî Minbicê bibin.

Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Çawiş Oglo bi Wezîrê karê Derve yê Amarîka Mike Pompeo roja duşema derbasbûyî civiyan. Tirkiyê îda kir ku wan bi Amarîka re li ser Minbicê lihev kirin.

ANHA