Rojnameyên ereban îro behsa çi dikin?

Rojnameyên ereban di rûpelên xweyên vê sibê de bal kişandin ser nakokiyên di navbera Rûsiya û Hizb El-Ah ku li herêma El-Qisêr a Sûriyê pêk hat, bombebarana hêzên rêjîmê ji herêmên "Kêmkirina Şer" li Idlibê, avakirina hikûmeta Iraqê û mijarên din girtin dest.

Rojnameyên ereban îro behsa çi dikin?
7 hezîran, 2018   08:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Sûriyê

Rojnameyên ereban îro derbarê rewşa Sûriyê gelek mijarên cûda girtin dest. Aloziya di navbera Rûsiya û Hizb El-Ah ku li herêma El-QIsêr pêk hat, her wiha aloziya li ser hebûna hêzên Îranê ya li Sûriyê werkî mijarên sereke hate nirxandin. Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê sernaêv "Byera El-QIsirê parçebûn ê di navbera hevkarê Esed de, derdixe" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Rûsiya di demên dawî de polîsên xwe yên leşkerî li herêma El-Qisêr a Sûriyê ya li nêzî sînorê Lubnanê bi cih kirin. Derbarê mijarê de jî Îranê û Hizib El-Ah re ne hatin agahdarkirin  û wiha dom kir: "Ev diyar dike ku Mûsok dixwaze hêza Îrana ku li Sûriyê bûye sedema tundiyê kêm bike."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî destnîşan kir ku tevî alozî di asta herî jor de hate kontrolkirin jî lê çavdêran nirxandin ku ev bûyer bê baweriyê di navbera hevkarên Şamê derdixe pêş.

Derbarê rewşa meydanî ya Sûriyê jî Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê " Hêzên rêjîmê carde dest bi bombebarana li Idlibê kir" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên rêjîmê bi top û hilîkopteran bombebaran û topbarana heêrmên Idlibê yên di bin navê herêmên kêmkirina şer de de da destpêkirin û wiha dom kir: "Herêmên behsa mijarê di encama itîfaqa Astana ku di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsiya de pêk hatiye. Ev herêm werkî herêmên kêmkirina şer hatine pênasekirin. Hêzên rêjîmê careke din dest bi topbaran û bombebarana wan herêman kir."

Rêjîma El-Heyat jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Rêjîma Sûriyê ji bo bikaranîna çekên kîmyawî hate tewanbarkirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropa daxwaza lidarxistina civînek awerte kir û wiha dom kir: "Yekîtiya Ewropa ji dadgeha navdewletî ya li Lahi daxwaz kir ku derbarê mijara bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve civînek awerte di meha pêş de were lidarxistin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset dedarê rewşa Minbicê sernavê "Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hebûna Tirkiyê li bajar qebûl nake" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragîhand ku ew bi tu awayî hebûna Tirkiyê ya li Minbicê qebûl nakin û wiha dom kir: "Bi taybet piştî ku Enqera û Washongton roja çarşemê lihev kirin ku rêveberiya sivîla a herêmê ava bikin, pêk hat. Şêwirmendên kurd dê ji herêmê derkevin."

Iraq

Derbarê rewşa Iraqê jî rojnameya El-Ereb sernavê "gumanên sextekariyê derbarê hilbijartinên Iraqê aloziya siyasî û qanûnî pêk anî" avêt. Rojnameyê got ku mijara ibtalkirina encamên hilbijartinên Iraqê êdî ne dûrî lîsteya çareseriyan e, ku dibe welat ji aloziyê derbixe.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Perlamantoya Iraqê qanûna hilbijartinan sererast kir" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku qanûn piştî 4 hewldanan ji aliyê perlemantoyê pêk hat û wiha dom kir: "Endamên Komseriya Bilind a Hilbijartinan dewrî Desteya têkildar kirin."

Rojnameya El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Erdogan 11 bargehên leşkerî li Îraqê çêdike û beriya hilbijartinan li destkeftiyan digere" avêt. Rojnameyê got ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi demê re ketiya pêşbirkê û dixwaze di aliyê meydanî li bakurê Îraq û Sûriyê destkeftiyan bidest bixe da ku bixe xizmeta xwe ya hilbijartinên pêş wexet de.

Urdin

Derbarê rewşa Urdinê rojnameya Rojhilata Navîn sernavê "Sendîqa ji demdayîna hikûmetê gavan paş de davêje û gefa rêbazên didin dide" avêt.

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê jî rojnameya El-Ereb sernavê "Serdana Senaa xetên nexşeriya Griffith ya aştiyê li Yemenê tevlîhev kir" avêt. Rojnameyê got ku nûnerên NY yê Yemenê  Martin Griffith  serdana paytexta Yemenê Senai kir û wiha dom kir: "Serdana nûnerên NY ya Yemenê piştî hevdîtina wî bi Rêveberên Hûsiyî re hêviyên wî şikandin. Hewl da rêberên Hûsiyîn iqnai bike ku şerê heyî yên li derdora parêzgeha El-Hedîda bidin rawestandin."

Lubnan

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Lubanê sernavê "Cece lubanan ji ketina riyên ne diyar hişyar kir" avêt. Rojanemyê got ku Serokê Partiya Hêzên Lubanê Semîr Cece, Hizb El-Ah hişyar kir ku heger şer li herêmê derket li pey Îranê neçe.