Sûka El-Hêşe.. jêdera debara malbatên xizan e

Sûka El-Hêşe bi erzanbûna made û pêdiviyên xwe taybet e û yek ji bazarên sereke yên gelêrî li herêmê ye. Sûka El-Hêşe jêdera debara malbatên xizan ên herêmê ye.

Sûka El-Hêşe.. jêdera debara malbatên xizan e
Sûka El-Hêşe.. jêdera debara malbatên xizan e
Sûka El-Hêşe.. jêdera debara malbatên xizan e
Sûka El-Hêşe.. jêdera debara malbatên xizan e
Sûka El-Hêşe.. jêdera debara malbatên xizan e
Sûka El-Hêşe.. jêdera debara malbatên xizan e
7 hezîran, 2018   08:21

EHMED EL-KEMYAN / GIRÊ SPÎ

Sûka El-Hêşe ya gelêrî li gundewarê rojhilatê navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî li aliyê rojhilatê bajaroka El-Hêşe dikeve. Welatiyên vê deverê li şûna ku berê xwe bidin navçeya Eyn Îsa û bajarê Girê Spî pêdiviyên xwe ji vê bazarê werdigirin.

Sûka El-Hêşe her duşem tê vekirin û welatiyên bi dehan gundên derdora bajaroka El-Hêşe berê xwe didin vê bazarê.

Sûka El-Hêşe bi erzanbûna made û pêdiviyên xwe taybet e û gelek welatiyên herêmê ji vir debara xwe werdigirin.

Di bazarê de pêdiviyên cûda yên xwarin û cilûbergan û pêwîstiyên male û gelek alavên çandiniyê tên firotin.

Ji ber paşveçûna çandiniyê nemaze di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de gelek welatiyên herêmê neçar man di van bazarên gelêrî de bixebitin da ku debara malbatên xwe werbigirin.

Firoşkarê bi navê Ehmed Ebû Zehra ji ANHA'yê re axivî û got ku piştî paşveçûna rewşa çandiniyê ew neçar ma di bazarê de karekî ji xwe re peyda bike û debara malbata xwe werbigire. Ebû Zehra destnîşan kir ku Sûka El-Hêşe heftane carekê di roja duşemê de vedibe.

Welatiyê bi navê Mehmûd Îyade ku ji Dêrazorê koçber bûye da zanîn ku li gorî bazarên di bajaran de buhaya pêdiviyan di vê sûkê de erzan in.

ANHA