'Ne ji mafê parlemanê ye destwerdana hilbijartinan bike'

Rojnamevan û Endamê Partiya Kumenist a Îraqê Cemal El-Bexdadî destnîşan kir ku ne ji mafê parlemanê ye destwerdana hilbijartinan bike û ne ji mafê wê ye biryarên girêdayî hilbijartinan bistîne. El-Bexdadî guman kir ku armanca li paş van îdîayên ku tên belavkirin ku encamên hilbijartinan hatine sextekirin, komployek e û hûnandineke tarî ye. Her wiha bang li hikûmeta Îraqê kir ku mafên Kurdan ku di destûr de hatine çespandin dereng nexîne û siyasetkirina wê neke.

'Ne ji mafê parlemanê ye destwerdana hilbijartinan bike'
7 hezîran, 2018   08:01

YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya çalakiya siyasî ya Îraqê piştî ragihandina encamên hilbijartinên parlemanê hêjî berdewam dike. Li gorî van encaman Koalîsyona "Saîron" a bi rêveberiya Şepêla El-Sedir piraniya kursiyên parlemanê werdigire. Eva dawî jî şêwrên xwe bi partiyên Îraqê û dewletên herêmî û navnetewî re dane destpêkirin da ku hikûmetê ava bike. Li gorî hin aliyan El-Sedir peyam ji Îran û dewletên Erebî re şandine. Girêdayî mijarê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevdîtinek bi rojnamevanê Îraqî Cemal El-Bexdadî re pêk anî.

Hevdîtina bi Cemal El-Bexdadî re wiha ye:

·  Parlemana Îraqê biryar girt ku encamên hilbijartinan li gelek navendên hilbijartinan betal bike û veqetandina dengan ji nû ve bi destan bike. Asta bandora vê yekê li ser bilokên bi serketine çi ye. Gelo dibe ku ev yek encamên hilbijartinan biguherîne?

Bêyî ku ev yekê dê encaman biguherîne yan na di ber çavan re were derbaskirin, lê baweriya min ew e ku ne ji mafê parlemanê ye biryarên girêdayî hilbijartinan bistîne. Çalakiya hilbijartinan girêdayî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan e, ez bawer nakim ku bendekî destûrî heye ku vî mafî dide parlemanê. Rûniştina vekirî ya parlemanê bi serê xwe lîstikandina bi hestên welatiyan e, dibe ku ev mijar xeteriyeke mezin be ji ber ku di hilbijartinan de hin alî bi bin ketin, dibe ku ev komployek be yan hunandineke tarî ji parlemanê û aliyên binkeftî be, da ku hin destdirêjiyan bikin û careke din vegerin parlemanê.

·         Biloka Saîron ya bi rêveberiya birêz El-Sedir herî zêde kursî wergirtin. El-Sedir dê bi kêre koalîsyonekê pêk bîne û hikûmetê ava bike. Gelê dê hikûmeteke Şîayî ya temam be yan dê hin pêkhateyên din ên gelê Îraqê dûrî parvekirina mezhebî û etnîkî beşdar bike?

Biloka Saîron a Şepêla El-Sedir xwedî giraniya herî mezin e, lê hin hêzên din di nava ê koalîsyonê de hene, partiya Komînîst beşdarî wê nebû heta dît ku ew ji daxwaz û bernameya wê ya hilbijatinan ve nêzîk e. Ji ber vê yekê  beşdarî nava vê koalîsyonê bû, nemaze ji ber ku ji partîtiyê, mezhebûbûnê û parvekirinê ve dûr e û hema ji gendeliyê û rûyên kevin ên hikûmet an parlemanê paqij e. Vê koalîsyonê mezhebîbûn û netewbûn derbas kiriye, ji ber vê yekê hêviya me pê heye ku hikûmeteke xurt ava bike û hevkariya kesayet, pêkhate û şepêlan bike.

·         Namzetê biloka El-Sedir ji bo serokatiya hikûmetê kî ye. Siyaseta hikûmetê li hemberî aloziyên hundirîn, ewlehî, aborî û gendeliya belavbûyî dê çawa be?

Ev pirs hê zû ye, lê di baweriya min de koalîsyona Saîron dê hewl bide ku serokwezîr hemû aloziyan çareser bike û gendeliyê tune bike û bigihêje geşbûneke aborî û edaleteke civakî. Evan armanc di pilansaziya Koalîsyonê de ne. Gelê Îraqê westiya ye û divê serokwezîrê nû rewşa gel di ber çavan re derbas bike û çaksaziyan di hemû aliyên xizmetguzarî, perwerdehî, tenduristî, kehrebe, aramiya ewlehî, aborî pêk bîne û bêkariyê tune bike.  Evan mercên Koalîsyona Saîron ji bo serokwezîr in. Kesê dikare van mercan pêk bîne û xwedî van taybetmendiyan e, dê ji aliyê Koalîsyonê ve rêzdar be û dê alîkariyê jê werbigire da ku paya serokwezîr werbigire.

·         Siyaseta hikûmeta Bexdayê li hemberî herêma Kurdistanê dê çawa be?

Gelek mafên birayên me yên kurd li Herêma Kurdistanê di destûr de hatine çespandin, Koalîsyona Saîron danûstandina vê rewşê dike û alîkariya her gavekê ber bi Herêmê ve dike û da ku gelê Kurd mafên xwe yên rewa bistîne.

Niha em di nava Koalîsyona Saîron de Herêma Kurdistanê weke pêkhateyeke sereke ya Îraqê dibînin û mafên gelê Kurd di destûr de hatine çespandin û divê neyên derengxistin û ji aliyê hikûmeta Îraqê û rayedarên Kurd ên li Herêmê ve neyên siyasetkirin. Ji ber ku ev mafên gel in û ne mafên kesyaetên siyasî ne. Evan mafên giştî ne û divê hikûmeta nû vê yekê di ber çavan re derbas bike.

·         mijareke gelekî girîng heye û girêdayî siyaseta hikûmeta nû li hemberî Îranê ye. Gelo hikûmeta nû dê di danûstandinên xwe de û stûxwariya li hemberî bandorên Îranî weke yên berê be yan dê siyaseteke cûda bide meşandin?

Siyaseta berjewendiyên hevbeş û cîrantiya baş bi Îranê re gelekî girîng e. Îran dewleteke kevn e, lê divê hikûmeta Îraqê ya nû siyasetên xwe li hemberî Îranê diyar bike. Divê hevpeyman pêk werin bêyî ku destdirêjiya hin aliyan li van hevpeymana were kirin. Divê evan alî dest ji destwerdana xwe ya di karûbarên hundirîn ên Îraqê de berdin.

·         Siyaseta El-Sedir li hemberî Emerîka ku li dijî wê têkoşîneke çekdar da meşandin. Her wiha siyaseta wê li hemberî Ewropa dê li ser çi bingehê were avakirin.?

Bê guman siyasetên giştî ne girêdayî birêz El-Sedir in, lê belê li ser bingehên têkliyên navnetewî û dîplomasî li gorî pîvanên destûrî tên avakirin. Di serdemekê de birêz El-Sedir têkoşîneke çekdar li dijî dagirkeriya Emerîka da meşandin. Lê niha siyaseta El-Sedir gelekî hatiye guhertin. Siyaseta wî baweriyê bi ewlehiyê û diyalogê dike da ku aştî pêk were. Niha dewletên mezin dest bi diyalogê kirine piştî çend salan ji aloziyê yên weke di navbera Emerîka û Koriya Bakur de, lihevkirina di navbera Şepêla El-Sedir û deletên herêmî û navnetewî de çima na.

· Gotûbêjên di derbarê rola dewletên herêmî û navnetewî di çalakiya siyasî ya Îraqê de zêde bûn, nemaze serdana Qasim Sulêmanî ya li Îraqê û tevgerên Emerîka beriya avakirina hikûmetê. Hûn van tevgeran û bandorên wan li avakirina hikûmetê çawa dinirxînin?

Ez bawer dikim ku zestên tên meşandin ne tenê ji aliyê Îran û Emerîka ve ne, lê belê gelek dewletên cîran di Îraqê de xwedî berjewendî ne. Hin dewlet Îraqê weke beşekî ji xwe bi nav dikin. Di derbarê Îran û Emerîka de dijberên hevûdu ne û hişt ku Îraq bibe qada hesab ji hevûdu bixwazin û herdu hewl didin bibin sponserê fermî yê Îraqê. Lê di baweriya min de evan mijar dê di bernameya Koalîsyona Saîron de bêne pişaftin ji ber ku bernameya wê Îraqî ye û ji niştîmanbûna Îraqê ya rasteqîn derdikeve û li dijî hemû aliyên ku hewl didin Îraqê bi xwe ve girê bidin derdikeve. Niha Îraq derbasî qonaxeke nû dibe û mijar ber bi çareserkirina pirsgirêkên welatiyên Îraqê ve diçe.

·  Hûn weke Partiya Komînîst a Îraqê çavên we li ser kîjan çenteya wezaretan e?

Di nava Partiya Komînîst a Îraqê de gelek kesayet û pispor hene û dikarin rêveberiya wezaretan bikin. Di baweriya min de herî kêm divê Partiya Komînîst a Îraqê du çenteyên wezaretan werbigirin. Lê heta niha hêjî nehatine diyarkirin.

· Piştî hilbijartinan li dijî buroyeke Partiya Komînîst a Îraqê êrîşek pêk hat. Gelo peyam ji vê yekê çi ye. Gelo ev girêdayî nêzîkbûna wê ji Şepêla El-Sedir re ye?

Hemû ihtîmal hene, aliyên ku bi bin ketine her tim hewl didin derbeyan li partiya kevnar ku li qada Îraqê xwedî giraniyeke bidin. Partiya Komînîst tenê du kursî wergirtin, lê xwedî giraniyek e. Hin alî hewl didin destkeftiyên partîtî û kesayetî di parlemanê de werbigin. Lê namzetên Şîayî yên xurt in. Ez bawer dikim ku gelek parlemanterên serbixwe dê beşdarî Partiya Komînîst bibin û dibe ku koalîsyoneke nû bi hevûdu re ava bikin, nemaze ji ber ku Şepêla El-Sedir Îslamî ye û bandora wê di qada Îraqê de mezin e. Li ser vê bingehê Partiya Komînîst tê armanc girtin. Ez bawer dikim ku ev peyameke ji Şepêla El-Sedir re ye. Ew di êrîşa xwe ya li dijî Patiya Komînîst de peyameke gefxwarinê ji Koalîsyona Saîron re dişînin.

ANHA