QSD`ê zarokek û ciwaneke Êzidî rizgar kirin

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk zarokek û jineke ciwan ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de rizgar kiribûn radestî Mala Êzidî kirin.

QSD`ê zarokek û ciwaneke Êzidî rizgar kirin
QSD`ê zarokek û ciwaneke Êzidî rizgar kirin
QSD`ê zarokek û ciwaneke Êzidî rizgar kirin
6 hezîran, 2018   17:15

GIRÊ SPÎ

Şervanên QSD`ê di Hemleya Bagera Cizîrê de piştî gundê Sûsê rizgar kirin zarokê Êzidî Nîzar (9) û jina ciwan a bi navê Henai (20) rizgar kirin. Nîzar û Henai di komkujiya Şengalê ya 2014`an ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn giritn û li gel serçeteyekî DAIŞ`ê girtîbûn, ew seçrete di rizgarkirina gund de hat kuştin.

QSD`ê piştî ew rizgar kirin ew radestî MSD`ê kirin, MSD`ê jî bi civîneke çapemeniyê ew her du radestî Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê kirin.

Civîna çapemeniyê li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de endamê Desteya Siaysî ya MSD`ê Hikmet Hebîb axivî û got:˝ QSD`ê di Pêngava Bagera Cizîrê de gelek malbat û bi taybet malbatên Êzidî rizgar kirin˝.

Di berdewamiya gotinên Hebîb de wiha anî ziman:˝ Em ê van her du ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûne radestî Mala Êzidiyan bikin da ku bighîjin malbatên xwe˝.

Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê dê zarok û jina ciwan bibin Şengalê û radestî malbatên wan bikin.

(np)

ANHA