Balafirên Tirkiyê li ser Yunan geriyan

Balafirên Tirkiyê li ser Yunan geriyan
6 hezîran, 2018   17:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku dewleta Yunan 8 serbazên Tirkiyê yên ku di derbeya tîrmeha 2016`an de ji Tirkiyê reviyabûn Yunan serbest berdan nakokî di navbera wê û Tirkiyê de zêde bûn.

Balafirên Tirkiyê yên (F-16) roja sêşembe bi nizimî li ser derya Îca ya Yunan zêdetirî 20 deqe geriyan.

Enqere ji Atîna xwest ku her 8 serbazan radestî wan bikin, Atîna ev daxwaza wan redkir û serbaz radestî Tirkiyê nekir. Dadgehkirina her 8 serbazan li Yunanê hat kirin û 18 meh berdewam kir û li gorî Skyn news Yunan ew serbaz li ciyên veşartî û di bin ewlehiya polîsan de bi cih kirine.

Ji dozgeriya Yunan çavdêrekî got:˝ Dema ku mirov li zîhniyeta Tirkiyê dinêre rewş xetere, ev meseleyekî dadê ye û divê em parastina wê bikin˝.

(np)