‘Îtîfaqa Tirkiyê û DYA‘ê rewşa Minbicê naguhere‘

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê helwesta xwe ya derbarê îtîfaqa Tirkiyê- Amerîka diyar kir û destnîşan kir ku îtîfaq rewşa Minbicê naguhere.

‘Îtîfaqa Tirkiyê û DYA‘ê rewşa Minbicê naguhere‘
6 hezîran, 2018   17:14

MINIBC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê derdarê îdîayên ku dibêje ku dê rêveberiyeke hêrêmî nû li Minbicê bi beşdarbûna "Koalîsyona Niştimanî" were avakirin, her wiha avakirina xetên çavdêriyê hevpar ji aliyê Tirkiyê û Amerîka ve li Minbicê civînek lidar xist.

Di civînê de, endamên sazî û komîteyên rêveberiyê û komînan amade bûn.

Di civînê de Endamê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê Ferhad Şiblî axaftin kir û got, "Me bi kerwanan şehîd da ta Minbic azad bû. Lihevkirinên ku têne kirin ne di aliyê siyasî de û ne jî leşkerî rewşa ku me li ser dimeşin naguhere, ji ber ku hemû biryarên ku derbarê Minbicê de werin derxistin wê ji aliyê rêveberiya Minbicê ve derkevin."

Ferhad Şibilî, anî ziman ku hin girûpên leşkerî yên girêdayî Mertala Firatê û hin siyasetmedar ên ku desteka ji dagirkeriya Tirkiyê digirin bi navê Minbicê di axivin û wiha domand, "Bi navê Minbicê di axivin û paşê li ser ka wê çi biriyarê derbarê Minbicê de bistînin pev dikevin. Ji nakokiyên wan diyar dibe ku rola wan di Minbicê de nîne, nikarin destwerdana di Minbicê de bikin. Li ser vê yekê gelê Minbicê di aliyê leşkerî de pişta xwe daye Meclîsa Leşkerî ya Minbicê."

Ferhad Şibilî navaroka îtîfaqa du alî (Tirkiyê û Amerîka) ya derbarê Minibcê bi bîr xist, ji wan; xala yekemîn a sereke di nava 10 rojan de tekezî li ser derketina YPG‘ê ji herêmê.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku koma wan a ji bo şêwira leşkerî li Mibicê bû erka xwe ya şêwirê, perwedeyê û alîkariya Melcîsa Leşkerî ya Mibicê bi dawî kir û got ku wan şêwirmendên xwe yên leşkerî piştî erka wan bi dawî bûye, paşde kişandin. Xala duyemîn a îtîfaqê, piştî derketina şêwirmendên leşkerî ji Minbicê dê dewriyatên hevbeş ên Amerîka- Tirkiyê li ser sînor Minbicê yê li aliyê Çemê Sacûr, herêmên di bin dagirkeriya çeteyên "Merala Firat" bêne bicihkirin. Ya sêyemîn jî piştî mehek ji îtîfaqê dê du nuqteyên operasyonên hevbeş li aliyê (Mertala Firatê) werin çêkirin.

Şibilî, di berdewana axaftina xwe de got ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku ji ciwanên herêmê pêk tê rêxistin kiriye, dê parastina Minbicê dewam bike û biriyara leşkerî bide.

Endamê Rêveberiya Sivîl a Minbicê Ferhad Şibilî diyar kir ew piştgiriyê didin her îtîfaqên ku ewlakriya herêmê misoger dike û got ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji du salan ve herêmê diparêze û bersiva her êrîşan dide.

Şibilî diyar kir ku, Rêveberiya Sivîl a Minbicê dê wekî berê herêmê bi rêve bibe û destnîşan kir ku gotegotên dibêjin dê "Koalîsyona Niştimanî" jî beşdarî rêveberina bajêr bibe, di lihevkirinên herdu aliyan de nînin.

Şibilî her wiha got, Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Gundewarên wê, di dema ku Meclîsa Leşkerî hate avakirin, ew jî hate avakirin û roleke pir mezin di xizmeta civakê de lîst.

Ferhad Şibilî derbarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ev tişt anî ziman, "Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji xebatê rêxistinkirina herêmê de di aliyê ewlehiyê de berpirsyar e. me ji mafê ku kesî ku mudaxeleya vê hêzê bike."

Rêveberê  Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, Ferhad Şibilî derbarê vekişandina çekên giran ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê got, "Agahiyên me tunene li ser vê yekê, em çekên xwe radest nakin û tu aliyê jî çek neşandine."

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(bb)

ANHA