Yekem dewreya Displîna Leşkerî li Dêrazorê bi dawî bû

Akademiya Displîna Leşkerî ya girêdayî QSD`ê yekem dewreya displîna leşkerî li Dêrazorê bi tevlîbûna 26 endamî bi merasîmekê bi dawî kir.

Yekem dewreya Displîna Leşkerî li Dêrazorê bi dawî bû
Yekem dewreya Displîna Leşkerî li Dêrazorê bi dawî bû
Yekem dewreya Displîna Leşkerî li Dêrazorê bi dawî bû
Yekem dewreya Displîna Leşkerî li Dêrazorê bi dawî bû
6 hezîran, 2018   11:21

DÊRAZOR

Akademiya Displîna Leşkerî li Dêrazorê merasîma bidawî  kirina yekem dewreya Displîna Leşkerî  a bi navê "Şehîd Harûn Botan" organîze kir.

26 endamên displîna leşkerî beşdarî dewreya perwerdeyê bûn.

Nûnerên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundrîn, rûspiyên êlan û şêniyên herêmê beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Dewreya perwerdeyê 20 dewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî, siyasî û perwerdeyên li ser displîna leşkerî hatin dîtin.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêzgitin hate destpêkirin. Paşê yek ji kesên ku di akademiyê de ders dide Mehmûd Minbic axivî.

Minbic got ku careke din roka azadiya li wan hilat û ev tişt anî ziman,"Em bidawîkirina dewreyê li hemû şêniyên Dêrazorê pîroz dikin. Em weke displîna leşkerî erka me ye ku em parastina welatê xwe bikin. Ji ber ku parastina welat ji me tê xwestin."

Mehmûd Minbic di axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku tevlî dewreyê bi vî awayî bibin da ku ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku şehîd Harûn Botan di Hemleya Rizgarkirina bajarê Minbicê şehîd bû.

(bx)

ANHA