Fermandarekî QSD'ê: Em parastina Reqa bidomîn in

Fermandarên QSD'ê yên tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bibûn di salvegera destpêkirina hemleya rizgarkirina Reqayê de diyar kirin ku ew amadene li dijî hemû xetiyên ku ewlekariya herêmê çi ji hindir û çi ji derve be derkevin.

Fermandarekî QSD'ê: Em parastina Reqa bidomîn in
6 hezîran, 2018   11:16

UDEY El-EHMED – MIHMED EL-EREB / TEBQA

Di 6'ê hizêrana sala derbasbûyî de hemleya rizgarkrina bajarê Reqayê dest pê kir. Bi boneya salvegera hemleyê yek ji fermandarên QSD'ê Ebû Ecac El-Reqawî ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de cih girt diyar kir ku ew amade ne parastina bajarê Reqayê ji xeterî û hewldanên derxistina bêaramiyê ya ji hindir û derve bikin û wiha got: " Em ê herêmê ji metirsîn û xeteriyan a li ser ewlekariya Reqayê, ji şandeyên razayî yên dixwazin ewlekariya Reqayê binpê bikin, biparêzin."

Ebû Ecac El-Reqawî got ku ew ji hemwelatiyên taxa Rimêla ya bajarê Reqayê ye û niha bajarê Reqayê di nava aramiyê de jiyan dike û vegera welatiyan hêjî zêde dibe, piştî ku ewlekariya bajêr ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve hate parastin.

Piştî ku bajarê Reqayê di 20'ê Cotmeha sala borî de hate rizgarkirin, Hêzên Sûriya Demokratîk rêveberiya bajêr radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê kir.

Di derbarê berxwedanê û dorpêçkirina çeteyên DAIŞ'ê de Ebû Ecac El-Reqawî di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Piştî ku em gihîştin ber deriyên bajêr û bajarê bi temamî hate dorpêç kirin, şervanên QSD'ê di gelek aliyan re bi ser komên çeteyan de çûn û pêşveçûna wan heta nîvê bajêr bi lez diçû. Li vir astengî li pêşiya şervanan derketin, nemaze ji ber ku çeteyan hejmareke zêde ji mayînan çandibûn û siwreyên bombekirî li dijî pêşveçûna şervanan bikar dianîn."

Tişta herî zêde eşkere ew bû ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo xwe ji derbeyên şervanên QSD'ê biparêzin welatiyên sivîl û bi taybet jin û zarokan weke mertalên zindî bikar dianîn. Di derbarê vê mijarê de Ebû Ecac got ku çeteyan bi dehan welatiyên sivîl ên bajarê Reqayê kuştin ji ber ku fermanên wan red kirin û hewldan ji nava çeteyan birevin.

Ebû Ecac da zanîn ku di encamê de ew neçar man rêbazekî din li dijî çeteyên DAIŞ'ê bidin meşandin û ji ber vê yekê pêşveçûna wan gelekî lawaz diçû. Ebû Ecac di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên Reqayê kir ku bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn re bibin alîkar û di derbarê tiştên bi guman de hêzên wan agahdar bikin. Ebû Ecac got ku ew weke Hêzên Sûriya Demokratîk amade ne li giştî Sûriyeyê şerê terorê bikin û giştî herêmê ji qirêjiya çeteyan paqij bikin.

ANHA