Navenda Yekîtiya Êzdiyan a Efrînê hate teqandin

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê avahiya Navenda Yekîtiya Êzdiyan a bajarê Efrînê teqandin û baregehên xwe yên li Efrînê xurt dikin.

Navenda Yekîtiya Êzdiyan a Efrînê hate teqandin
6 hezîran, 2018   11:28

EFRÎN

Çavkaniyekî pê bawer ji bajarê Efrînê ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê duh avahiya Navenda Yekîtiya Êzdiyan a bajarê Efrînê teqandin.

Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan destdirêjî li peykerê Zardeşt jî kirine û da zanîn ku komên çete baregehên xwe yên di bajêr de xurt dikin û li derdora baregehên xwe dîwaran ava dikin.

ANHA