El-Hûsiyan top ber bi Zehran a Erebistana Siûdiyê ve avêtin

Gurûpa Ensar Ellah El-Hûsî parêzgeha Erebistana Siûdiyê topbaran kir. Di encamê de keçek birîndar bû.

El-Hûsiyan top ber bi Zehran a Erebistana Siûdiyê ve avêtin
6 hezîran, 2018   10:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Siûdî ya bi navê Riyad li ser zimanê Berdevkê Raghandina Mûdîriyeta Parastina Sivîl a herêma Esîr Eqîd Mihemed Abdulrehîm El-Asimî got ku duh tîmên Parastina Sivîl hatin agahdar kirin Ku gurûpa El-Hûsî parêzgeha Zehran a başûr topbaran kir.

Di encama wê de keçeke Siûdî birîndar bû û ber bi nexweşxaneyê ve hate şandin.

Erebistana Siûdî kooalîsyoneke  leşkerî ji bo destek dayîna Serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr El-Hadî li hember gurûpa Ensar Ellah El-Hûsî ji adara 2015`an ve dimeşîne. Ji ber vê yekê aloziyek li Yemenê derket û bi deh hezaran kes winda û koçber bûn.

Kooalsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî dibêje ku rawestgeha deryayî ya El-Hedîda ya Yemenê ya serke ye ku gurûpa El-Hûsî bikar tîne û di riya wê re fozeyan ji Îranê digre û pê êrîşî Siûdiyê dike.

Lê NY`ê di heftiya derbasbûyî de hişiyarî da ku heger tu hewledan werin kirin da  ku raswestgeha deryayî were desteser kirin wê tevlîhevî di girtina alîkaryê mirovî de derkeve.

(bx)

ANHA