Hêzên Ewlekariya Reqayê şaneyek DAIŞ'ê bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê şaneyek razayî ya DAIŞ'ê ku dixwest li bajar tevliheviyê derbixe bê bandor kir. Hêzên ewlekarî her wiha soz dan welatiyên Reqayê ku ew ê ewlekariya herêmê  her demê û bi taybet bi rasthatina cejna Remezanê re biparêz in.

Hêzên Ewlekariya Reqayê şaneyek DAIŞ'ê bê bandor kir
6 hezîran, 2018   10:16

 EMÎNA EL-ELÎ-Emar El-XELEF / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê di nava çend rojên dawî de hewl dan şaneyên xwe yên razayî li Reqayê bixin tevgerê û aramiya herêmê binpê bikin. Bi taybet di dema Remezanê û nêzîkbûna Cejna Remezanê ev tevgera xwe zêde kirin.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê endamên DAIŞ'ê yên ber bi bendên Kontrolê yên QSDû hêzên Ewlekariya Hindir a Reqayê ve pêş ve diçûn, bişopîn in û li taxa Rimêla li peya wan bikevin. Di endamê de endamên DAIŞ li Çerxeriya Neîm hatin bê bandorkirin.

Endamê şandeya behsa mijarê duh di saetên êvarê de li nêzî Bendava Panorama motorsklêtek bombebarkirî teqandin.

Endamê Rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Emar El-Ebo derbarê mijarê de got hêzên ewlekariya hindirîn a Reqayê û bi alîkariya hêzên QSD'ê karîbûn şandeyek razayî ya DAIŞ ku endamên wê ji Cezair û Tunisê ne bê bandor bikin û wiha dom kir: "Em soz didin gelê xwe ku em ê ewlekariya herêmê biparêzin û emê rê nedin ku motorsklêt û kemyon derbasî bajar bibin."

El-Ebo bang li hemû şêniyên Reqayê kir ku dema tevgera DAIŞ'ê ya bi guman bibîn in wan aghdar bikin.

ANHA