Pêşbirka hespan li gundewarê Reqa hate organîzekirin

Hejmareke ciwanên navenda xwedîkirina hespan a El-Qehtaniyê ya rojavayê bajarê Reqayê pêşbirkeke bezandina hespan organîze kirin.

Pêşbirka hespan li gundewarê Reqa hate organîzekirin
Pêşbirka hespan li gundewarê Reqa hate organîzekirin
Pêşbirka hespan li gundewarê Reqa hate organîzekirin
Pêşbirka hespan li gundewarê Reqa hate organîzekirin
Pêşbirka hespan li gundewarê Reqa hate organîzekirin
Pêşbirka hespan li gundewarê Reqa hate organîzekirin
6 hezîran, 2018   10:43

REQA

Pêşbirka hespan di çarçoveyeke herêmî de li ser riya navenda Çandiniyê ya berê li bakurê gundê Qehtaniyê hate lidarxistin. Di pêşbirkê de 10 hespên resen bi siwarên wan ên gund ve beşdar bûn.

Pêşbirka hespan bi bezandina hespan bi dirêjahiyeke 1,5 km dest pê kir. Di rêjeya yekemîn de hespê bi navê Xetab El-Iz ku xwediyê wê Hesen El-Hec Umer ya siwarê bi navê  Hisên El-Hec Umer derket pêş. Di rêjeya duyemîn de jî hespê bi navê Kihêle ya xwediyê wê Mihemed Cemal El-Zahir a siwarê bi navê Mihemed El-Hec Umer bû.

Hesen El-Hec Umer di derbarê pêşbirkê de got ku armanc ji vê pêşbirkê vejandina kevneşopiya herêmê ye.

Hesen El-Hec Umer got ku ew her demekê van pêşbirkên wisa lidar dixînin û gelek welatî beşdarî temaşekirina pêşbirkê dibin.

Hêjayî gotinê ye Hespên resen ên Erebî ji selaletên kêm ên hespan di cîhanê de ne. Gelek taybetmendiyên van hespan hene û ji ber vê yekê naskirina wan hêsan e. Gelek ji van hespan bi riya şer û cengên kevin li herêmên cûda belav bûn. Her wiha girêdana wan bi mirovan re zêde ye.

ANHA