Pîka 7'an a Bendava Firatê hate temîrkirin

Rêveberiya Giştî ya Benava Firatê ragîhand ku kar û xebatên temîra mîkanîkî ya pîka 7'an a beraca çêkirina ceyranê ya Bendava Firatê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê hatibû xirkirin, bi dawî bû.

Pîka 7'an a Bendava Firatê hate temîrkirin
Pîka 7'an a Bendava Firatê hate temîrkirin
Pîka 7'an a Bendava Firatê hate temîrkirin
Pîka 7'an a Bendava Firatê hate temîrkirin
6 hezîran, 2018   08:40

EBDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Li gorî raporên berê yên derbarê pîkên beraca Bendava Firatê yên çêkirina ceyranê, pîka 7'an a herî zêde ziyan tê de çêbibû. Pîka 7'an ji 8 pîkên benavê ya 4'an e ku tê temîrkirin. Di 8 mehên derbasbûyî de ekîban karîbûn 3 pîkan temîr bikin, niha bi ye 7'an jî bû ya 7'an. Niha jî ekîbên pspor hewl didin ku saxlemiya wê û tevgera wê di dema xebatên de kontorl bikin.

Niha jî xebatên fenî têne amadekirin û êdî xebatên beşê din htine destpêkirin. Lê ji ber dewleta Tirk ava Firatê qut dike, ev jî bandorê li ser xebatên hemû pîkên çêkirina ceyranê yên Bendavê dike.

JI ber vê yekê Rêveberiya Bendava Firatê saetên bikaranîna pîkên bendavêl kêm kirine. Li Tebqayê di meha Remezanê de saetên bikaranîna pîkan hinekî hatiye zêdekirin, da ku zehmetiya welatiyan hinekî hêsan bibe.

ANHA