Heyva Sor a Kurd digel derfetên kêm xebatên xwe didomîne

Heyva Sor a Kurd a li Reqayê rojane derdora 350 nexweşî pêşwazî dike û li gundan jî digere û nexweşên wir derman dike.

Heyva Sor a Kurd digel derfetên kêm xebatên xwe didomîne
Heyva Sor a Kurd digel derfetên kêm xebatên xwe didomîne
Heyva Sor a Kurd digel derfetên kêm xebatên xwe didomîne
6 hezîran, 2018   08:31

REQA

Piştî bajarê Reqayê ji aliyên QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin, Heyva Sor a Kurd navendeke xwe li bajarê Reqayê vekir.

Heyva Sor a Kurd rojane, rojane derdora 350 nexweşî bê pere derman dike, her wiha li gund û kampan digere û nexweşên wan derman dike.

Rêveberê Navenda Heyva Sor a Kurd Munîr Ebdullah diyar kir li navendê erebeyên ambulansê, kadorên pispor hene û 24 saetan di zimetenê de. Munîr Ebdullah anî ziman ku xebatên berfirehkirina navendê û zêdekirina beşan têne kirin.

ANHA