Di rojnmeyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişanin ser itîfaqên herêmî yên navdewletî yên ji bo parstina ewlekariya Îsraîlê û biryara bi cihkirina hêzên rêjîmê ya li şûna hêzên girêdayî Îranî li Başûrê Sûriyê, her wiha rojnameyan destnîşan kirin ku Rûsiya dixwaze tiştê li Başûrê Sûriyê pêk tê li Bakurê wê jî pêk bîne. Rojnameyan her wiha bal kişandin ser rewşa li Iraqê û aloziya avê ya di navbera Iraq  û Tirkiyê.

Di rojnmeyên ereban de îro
6 hezîran, 2018   08:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yê vê sibê de bal kişandin ser aloziya Sûriyê, hilbijartinên Iraqê û aloziya avê ya di navbera Iraq û Tirkiyê, her wiha mijarên Yemen, Lîbiya û dûrxistina Qeter û Filistînê jî wekî mijarên serke derketin pêş.

Sûriyê

Rojnameyên erbean derbarê rewşa Sûriyê de bal kişanin ser rewşa li başûr û bakurê Sûriyê. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "'Itîfaqa başûr' bi nerîna herêmî û navdewletî pêk hatiye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe wiha got: "hemû alî niha piştgiriya ku hêzên rêjîmê li herêmên başûr serweriyê bike. Ev dosya bû mijara nîqaşên Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Sergey Vershinin û sefîrê Îranê li Rûsiya ku duh bi hev re civiyan."

Rûsiya mînaka başûr li bakur jî pêk tîn e

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê "hevbeşiya navdewletî li ser vegerandina Esed ji herêmên başûr beranberî li bakur ne zelalî heye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku li meydana Sûriyê pêşketinên bi lez têne jiyankirin û wiha dom kir: "Ji derdora 8 saln ve û heta niha hêzên herêmî ku berjewendiyên wan di Sûriyê de her bi nakokin, li ser mijara başûr li ser hêzên rêjîmê xwedî nerînên hevbeş in. Ev gava ku di qada Sûriyê  de pir girîng bû, di dema pêk dihat de itîfaqa Amarîka û Tirkiyê ya derbarê nexşeriya derbarê Minbicê ya li Bakurê Sûriyê de pêk hatiye. Amarîka destnîşan kir ku Rûsiya ji nexeşeriya behsa mijarê ne dûr e û got ku divê di çarçoveyeke siyasî firhtir de pêk were."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Berpirsê Amarîka tekez kir ku nexşeria Minbicê dê pêk were" avêt. Rojnameyê li ser zimanê berpirsekî ji Wezareta Karê Derve ya Amarîka duh got ku nexşeriya ku Amarîka û Tirkiyê derbarê Minbicê danîne ji bo şerekî çekdarî dernekeve pêk hatiye û wiha dom kir: "Pêkanîna wê li gorî itîfaqa di navbera Wezîrê karê Derve yê Tirkiyê û yê Amarîka pêk hat, zehmet be. YPG'ê ya hevkariya Amarîka di şerê DAIŞ'ê dike, duh ragîhand ku ew ji Minbica Bakurê Sûriyê vekişiya."

DAIŞ riya Dêrazor û Meyadîn qut kir

Rojnameya El-Heyat jî li ser rewşa Sûriyê sernavê "DAIŞ, hêza rêjîmê ya rojavayê Firatê belav dike, li başûrê Hesekê bombebarana koalîsyonê bû sedema mirina deh kesan" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset  derbarê mijarê sernavê "Rûsiya piştgiriya xwe ya ezmanî ji Rêjîmê re li rojhilatê Sûriyê rawestand" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî seranvê "Sûriyê: bargehên leşkerî yên koalîsyonê bi piştgiriya ereban tevgera Îranê dişopîn in, kurd jî vekişîna xwe ji Minbicê ragîhandin" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku eniyên şer yên li herdû aliyên Firatê ji nû ve gûr bûn û wiha dom kir: "DAIŞ karîbû aliyên din ê avê derbas bike û riya Otostrada di navbera bajarên Dêrazorê û Meyadîn girtin. Koalîsyona Navdewletî bi fermandariya Amarîka li Sûriyê navendên çavdêrî û şopandinê li rojilatê Çemê Firatê ava kirine. Armanc ji vê yekê ew e ku bi cihbûna belavbûna hêzên Îranê bişopîn in."

Iraq

Rojnameyên ereban li ser rewşa Iraqê jî gelek nivîs weşandin û nirxandin kirin. Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Siniyên Iraqê piştgiriya Ebadî ku serkêşiya hikûmneta nû bike, dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Hin kesayetên sinî yên sereke li Iraqê piştgiriya pêwîst ji Serokwezîr Heyder Ebadî re pêşkêş dikin. Da ku demeke din li cihê xwe bimîne. "

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî bal kişand ser aloziya avê ya di navbera Iraq û Tirkiyê. Rojnameyê derbarê mijarê de sernavê "Piştî avê…aloziyek nû di navbera Bexda û Enqera" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku aloziya avê di navber Iraq û Tirkiyê teqiya, heta aloziyek din di navbewra wan ku Tirkiyê liba dike, biteqiya. Duh Tirkiyê mijar derbasbûna xaka Bakurê Iraq xist rojeva xwe."

Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kirin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi biryara Tirkiyê ya dagirtina depoya Ilisu metmayî ma û wiha dom kir: "Mijar hemû siyasî û ji bo hilbijartinan e. hikûmeta Erdogan bi vê yekê xwest degnê cotkaran qezenc bike. Ebadî ji Tirkiyê xêwest ku bi rêzdarî nêzî serweriya Iraqê bibe. Bi taybet di mijara çekdarên PKK'ê. Ev peyama Iraqê wekî bersivdayîna dewleta Tirk ku mijara opersyona di  Bakurê Iraqê de xistiye rojevê, pêk hatiye."

Lîbiya

Derbarê rewşa Lîbiyayê rojnameya El-Erebî sernavê "Arêtşa Lîbiya rawestgeha deryayî ya Derna bidest xist" avêt. Rojnameyê got ku Artêşa Lîbiyayê roja sêşemê rawestgeha deryayî ya bajarê Derna  û beşek ji nîvê bajar bidest xist û wiha dom kir: "Ev pêşketin bandoreke stratejîk li şerê Derne dike. Ji ber rêxistina 'Meclîsa Şûra ya Cîhandiyan a Derne" û komên din hevkariya hev kirin."

Îran

Derbarê rewa Îranê de jî rojnameya El-Heyat sernavê "Tehran hêza xwe ya nuklerî zêde dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku Îran ragîhand ku ew ê hêza xwe ya nuklerî û bikaranîna uranyom zêde bike.

Qeter

Rojanameya El-Ereb derbarê Qeterê jî sernavê "Qeter di nava lêgerînê de ye ku tecrîda demdirêj ji ser xwe rake" avêt. Rojnameyê got ku Qerter hêvî dike ku tevlî NATO bibe û wiha dom kir: "Qeter di nava lêgerînê de ye ku ji tecrîda li ser hatiye ferizkirin xilas bibe."

Urdin

Rojnameya El-Heyat derbarê aloziya Urdinê jî sernavê "Ebdulahê Duyemîn ji reşa welat bifikar e û lezê li danûstenina niştimanî dike" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Qiralê Urdinê lêvgera giştî derbarê qanûna bace dixwaze" avêt. Rojanemeyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku Qiralê Urdinê Ebdulahê Duyemîn, ji Serokê Hikûmetê yê nû hatiye erkdarkirin Umer El-Rezaz xwest ku lêvegera giştî derbarê qanûna bace yan pêk bîn e. Qanûna ku ev çend roj in bûye mijara xwepêşandinên mezin ku ev çend roj in li welat gûr bûne û bûne sedema ku Serokwezîrê berê Hanî El-Mulqî ji kar istfa bike."

Yemen

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Yemenê sernavê "'Hêzên rewa' Hûsiyîn bi têkbigirina erka Griffith tewanbar dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de jî destnîşan kir ku berdevkê Sekreterê Gi ştî yê NY Stefan Dugaric destnîşan kir ku nûnerê navdewletî Marin Griffith serdana Senai kir da ku pirojeya rawestgeha deryayî ya El-Hedîda nîqaş bike."

Filistîn

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê rewşa Filistînê sernavê "Hêzên Filistînê mafê xwe yê vegerê diparêzin û  welatê anternatîf qebûl nakin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên Filistînê bi isra mafê xwe yê vegera koçberên Filistînê ya li ser xaka xwe diparêz in."