Şêniyên Hesekê ji ber buhabûna madeyan bi gazin in

Bi nêzikbûna cejna Remezanê re nirxên madeyan bi taybet madeyên xwarinê buha bûne, ji lewra şêniyên Hesekê gilî û gazinan dikin.

Şêniyên Hesekê ji ber buhabûna madeyan bi gazin in
6 hezîran, 2018   08:44

ŞEVÎN HESEN – NESRÎN ELÎ/HESEKÊ

Li bajarê Hesekê, pirsgirêka buhabûna nirxên madeyên xwarinê bilind bûye,ev yek bûye cihê gilî û gazincên welatiyan. Hejmareke welatiyan diyar kirin ku Komîteya Zimhêrê Erka xwe baş bi cih nayîne.

Welatiya bi navê Îmama Umer derbarê buhabûna madeyên xwarinê nerazîbûna xwe anî ziman û Komîteya Zimhêrê rexne, Îmama got:" Bi nêzikbûna cejnê re her froşkarek li gorî xwe nirxa madeyan buha dike û rewşa welatiyan li ber çavan nagire".

Welatiyê bi navê Fehid Ehmed got:"Em dixwazin buhaya madeya yek be û ne li gorî her froşkarekî be, em ji vê rewşê aciz in".

Ehmed bang li aliyên têkildar kir ku çavdêriya rewşa bazarn bikin û vê pirsgirên çareser bikin.

Rêveberê Komîteya Zimhêrê Seîd Necar diyar kir ku ew rojane di nav bazarn de digerin û buhaya madeyan dişopînin û wiha got:" Hin bazirgan û froşkar ji ciyawaziya nirxên dolarê sûd digirin û bi buhaya madeyan dilîzin".

Necar destnîşan kir ku froşkarên madeyan bi nirxên buha difroşin hesab  jê tê xwestin.

Di dawiya axafitna xwe de Necar got:"Em rexneyên welatiyan qebûl dikin û em ê li ser kêmasiyên xwe bi sekinin".

(şx)

ANHA