Mamoste û xwendekar di beltaniyê de pewerde dibînin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi armanca ku kêmasiyên îsal derketine di salên pêş de neyên dûbarekirine, dewereyên perewerdeyê yên amadekirina mamosteyan û pêşxistina şagirtina organîze dike.

Mamoste û xwendekar di beltaniyê de pewerde dibînin
Mamoste û xwendekar di beltaniyê de pewerde dibînin
Mamoste û xwendekar di beltaniyê de pewerde dibînin
Mamoste û xwendekar di beltaniyê de pewerde dibînin
6 hezîran, 2018   08:10

LÎNA CAGÎR / QAMIŞLO

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC. D) li navçeya Girkê Legê bi armanca ku kêmasiyên berê yên di sîstema perwerdeyê de derketine careke din neyên dûbarekirin, her wiha ji bo xurtkirina mamosteya û pêşxistina şagirtina dewreyên perwerdeyê organîze dike.

Ji bo xurtkirina mamosteyan

Ji ber ku meteryalên perwerdeyê yên dibistanan her sal têne guhertin, pêwîstî bi xurtkirina asta mamosteyan li gorî meteryalên nû heye. Li ser vê yekê dewreyên perewrdeyê li ser meteryalên nû ji mamosteyan re hatin vekirin.

Di dewreya yekemîn de 30 mamoste tevlî bibûn. Piştî meha Remezanê dê dewreyên din bi tevlîbûna bi sedan mamosteyan li Peymangeha Zanistên Perwerdeyê ya Şehîda Baz werin vekirin. Di dewreyê de wê dersên pedagojîk û biranş werin dayîn.

Rêveberê Komîteya Rêveberiya Meteryalan Ihsan Şiblî armancên vekirina van dewreyan derbaskirina kêmasiyan û xurtkirina asta mamosteyan e.

Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokarîk Heyfa Berekat:" Her sal meteryalên nû tê amadekirin ji lewra divê em mamosteyên xwe li gorî van meteryalan amade bikin. Ji Şêwazên wanedayînê yên kilasîk xelas bibin û şêwaza nû ya danûstandina bi karbînin û têkiliya di navbera momoste û xwendekar de xurtir bikin".

Mamosteyê Peymengeha Ş.Baz Teysîr Baz got wan bernameya perwerdeya havînê beriya 3 mehan danîbûn û wiha berdewam kir:" Em hewl didin ku prosesa perwerdeyê li Rojava bi ser bixinû ji bo wê em kadroyek guncew amade dikin".

Bi armanca xurtkirina asta xwendekaran û ji bo derbaskirina kêmasiyên xwendekarên amadehî, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dewreyên perwerdê yên bê pere  ji bo xwendekaran ji destpêka meha Hezîranê ve vekir.

(şx)

ANHA