Rojeke wekî îro terorist li Reqayê ber bi tunebûnê ve çûn

Beriya salekê şervanên QSD`ê dest bi hemelya rizgarkirina bajarê Reqayê (Şerê mezin) kirin. Di dema ku nakûkiyên navdewletî ji bo bidestxistina payetexa DAIŞ`ê Reqayê di asta herî bilind de bûn şervanên QSD`ê sînor ji wan re danî. Şervanan dest bi hemleya rizgarkirina barjê kirin. Hemle bi armanca rizgarkirina bajrê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê û vegerandina jiyan li Reqayê hate destpêkirin.

Rojeke wekî îro terorist li Reqayê ber bi tunebûnê ve çûn
6 hezîran, 2018   08:12

REQA

Di dema ku hemle hate destpêkirin gelek hêzan xwestin ku bajarê Reqayê bixin bi dagirkeriya xwe. Çemê Firatê di bajarê Reqayê re derbas dibe û ew bajarê xelîfeta Ebasiyan Harûn El-Reşîd e. Her wiha Îskender El-Meqdonî demekê lê maye.

Ji destpêk hemeleyê dewleta Tirk a dagire artêşa xwe ne ji bo rizgarkirina bajêr xist xizmeta DYA`yê de, Tirkiyê dixwest ku bajarê Reqayê dagir bike û rê li pêşiya pirojeya demokratîk li Rojava destpê kir û li Bakurê Sûriyê pêş diket, bigre. Ev piroje tê wateya ku Sûriyeke demokratîk û ji sîstmeke desthilatdar ber bi pir roniyê ve here. Tirkiyê jî ji vê yekê ditirse.

Di wê demê de şervanê QSD`ê di hemleya Xezeba Firatê de gihabûn ser sînorê bajarê Reqayê û gelek gundewarên Reqayê rizgar kiribûn.

Di 6`ê Hezîrana 2017`an de hêzên QSD`ê fermî dest bi Hemleya Rizgarkirina bajarê Reqayê kirin. Bi vê yekê xewnên hêzên ku dixwestin Reqayê dagirbikin bi dawî bû. Hêviyên bi sed hezaran şêniyên bajêr li wan vegeriyan.

Piştî 4 mehan bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin û bi vê yekê dîrokeke reş li ser bajar derbas bû û di dema niha de jî bûye mînaka jiyana hevbeş. Bi rizgarkirina bajarê Reqayê hebûna DAIŞ`ê ber bi dawiyê ve çû.

(bx)

ANHA