QSD‘ê êrîşa çeteyan a li ser nuqteyên wan li Reqayê şikandin

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê ragihand ku girûpeke ji 4 çeteyan êrîşî nûqteyên şervanên wan ên li bajarê Reqayê kirin, di encama bersivdayîna şervanan de 3 çete hatin kuştin û yê din jî birîndar bû.

QSD‘ê êrîşa çeteyan a li ser nuqteyên wan li Reqayê şikandin
5 hezîran, 2018   17:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) detayên êrîş bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya Fermî, diyar kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Girûpek terorîst, îro 5‘ê Hizrana 2018‘an, saet 3‘yê berbangê sibehê de êrîş anîn li ser nuqteyên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li nêzî Sendîqeya Endizyaran a Reqayê. Girûpa ku tê texmînkirin girêdayî DAIŞ‘ê ye ji 4 kesan pê dihat.

Şervanên QSD‘ê bersiva êrîşan da û şer rû da. Di encamê de şervanekî QSD‘ê birîndar bû, rewşa wî niha baş e. 3 çeteyên ku êrîş kirin hatin kuştin û yê din piştî ku birîndar bû reviya. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêgerînê dikin."

(bb)