Hêzên Ewlekariya Reqayê: Topên dengê dê werin avêtin, bila kes netirse

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê ragihand ku Hêzên Koalîsyonê di çarçoveya bernameya perwerdekirina hêzên wan de dê topên dengê li ezmanê bajêr bavêje û agahî da; bila tu kes netirse.

Hêzên Ewlekariya Reqayê: Topên dengê dê werin avêtin, bila kes netirse
5 hezîran, 2018   19:41

REQA

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qada Reqayê daxuyanî da û got:

"Hêzên Koalîsoyên îro, sêşem 5‘ê Hizêranê di çarçoveya bernameya perwerdekirinê de bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê saet di navbera 22 û 23‘an de çend topên deng li ezmanê bajêr bavêje.

Em welatiyên bajarê Reqayê agahdar dikin ku rewş bi ewle ye û hêzên me karên xwe yên parastina ewlekariyê didomîne."

(bb)

ANHA