QSD‘ê gundê Fekê û 3 mezre ji çeteyan rizgar kirin

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa temankirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê û gundê Daşîa yê ji çeteyên DAIŞ‘ê de ji du milan ve nêzî 4 kîlometre pêş ketin û gundê Fekê û 3 merze rizgar kirin.

QSD‘ê gundê Fekê û 3 mezre ji çeteyan rizgar kirin
5 hezîran, 2018   16:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya pêngavê de gundê Fekê ya ku dikeve 15 kîlometre başûrê Şedadê tevî 3 mezraayên li derdor bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Ruxmê ku DAIŞ bi rêbazên cûrbecûr hewl dide pêşketina şervanan ya li herêmê asteng bike jî tê dîtin ku şervanên QSDê bi awayeke serkeftî pêş de diçin. Hemû hewldanên êrîş û kemînkirina çeteyên DAIŞê ji alî şervanan ve hate vala derxistin.

Operasyon ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hatibû sekinandin. Hate çavdêrkirin ku DAIŞa vê pêvajoyê ji xwe re weke derfet dît, faalîyetên xwe di başûrê Hesekê de zêdetir kir û hewl da xwe komî serhev bike. Di operasyona Bagera Cizîrê de armanca sereke hebûna DAIŞê ya li başûr-başûrrojhilatê Hesekê bi temamî tunekirin e.