Pêngava paqijkirina gundewarên rojhilata Reqayê

Şaredariya Gel a Herêma El-Kesrat a gundewarên rojhilata Reqayê bi alîkariya Şaredariya El-Mensûre, pêngava  paqijkirina herêmên rojhilata Firatê destpê kir.

Pêngava paqijkirina gundewarên rojhilata Reqayê
5 hezîran, 2018   15:14

REQA

Pêngav ji gundê Kesra Ferec ta gundên El-Dehlê û El-Ekreşî dest pê kir.

Şaredarî ji bo paqijkirina riyên sererke yên bajêr, çêkirina kanalên avê li her du aliyên riya Heleb-Reqa û riya pira nû û kevin kar, veguhestina  cihê çopê ya di nav bajêr ji El-Kesrat ta cihê ku şaredarî jê re  amadekiriye û reşandia dermanên kêzikan li ser hermên ku nû hatine paqijkirin, kar û xebat dimeşîne.

Di derbarê vê mijarê de hevserokê Şaredariya Gel a Herêma El-Kesrat Xemîs  Remedan got:" em ji bo pêgavê bi Şaredariya El-Mensûra civiyan û plansaziyek ji bo pêkanîna wê  me danî, gundên ku di nav pêgavê de ne ev in Kesra Ferec, Kesra El-Cima, Kesra Efnan û bajarokê El-Ekşerî yên li gundewarên rojhilatê Reqayê".

Xemîs destnîşankir ku wê pêngav ta paqijkirina hemî herêmê, 3 mehan berdewam bike.

(şx)

ANHA