Şehîd Feysel Ebû Leyla û Harûn Kobanê hat bîranîn

Endamê Fermandiyar Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Feysel Ebû Leyla û Şervanê YPG‘ê Harûn Kobanê di salvegera şehadeta xwe ya duyemîn de li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Şehîd Feysel Ebû Leyla û Harûn Kobanê hat bîranîn
Şehîd Feysel Ebû Leyla û Harûn Kobanê hat bîranîn
Şehîd Feysel Ebû Leyla û Harûn Kobanê hat bîranîn
Şehîd Feysel Ebû Leyla û Harûn Kobanê hat bîranîn
Şehîd Feysel Ebû Leyla û Harûn Kobanê hat bîranîn
Şehîd Feysel Ebû Leyla û Harûn Kobanê hat bîranîn
5 hezîran, 2018   16:25

KOBANÊ

Bi wesîleya salvegera duyemîn a şehadeta Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şehîd Feysel Ebû Leyla û Şervanê YPG‘ê Harûn Kobanê yên di Pêngava Rizgarkirina Minbicê şehîd bubûn, merasîmê bîranînê li goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên herêmê, fermandar û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di merasmê de amade bûn.

Merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê, Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Şervan Derwîş li ser kesayeta têkoşer Feysel Ebû Leyla ev tişt anî ziman, "Têkoşer Feysel Ebû Leyla li her cihê ku berxwedanî lê hebû, bû, deverên ku şûna Ebû Leyla lê hebû bû dîrok. Ji ber ku Ebû Leyla ji pêkanîna jiyana hevbeş a di navbera hemû gelan de berxwedaniyeke bê hempa da meşandin û gihişt şehadetê. Îro bi hezaran ciwan bûne şopdarên xeta Ebû Leyla."

Şervan Derwîş di berdewama axaftina xwe de gotineke ya Fermandar Feysel Ebû Leyla bi bîr xist û got, "Şehîd Ebû Leyla digot, em ê dawî li terorê bînin. Xewa Ebû Leyla li Minbic, Reqa bi cih bû û niha li Dêrazorê bi cih dibe."

Di berdewama merasîmê de, dayîka şehîd Harûn Kobanê, Semîra Keryo bi xêrhatina beşdaran kir û anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got ku şehîd Harûn kurê Kobanê ye.

Birayê şehîd Feysel Ebû Leyla Ehmed Sadûn strana ku birayê wî Ebû Leyla  jê hez dikir, got.

Merasîm bi diruşmeya dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şm-sn)

ANHA