Bi nêzîkbûna cejnê re komîteya Zimhêrê di nava tevegerê de ye

Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Reqayê ji ber nêzîkbûna Cejna Remezanê xebatên xwe yên çavdêriya dukanan berfireh kiriye.

Bi nêzîkbûna cejnê re komîteya Zimhêrê di nava tevegerê de ye
Bi nêzîkbûna cejnê re komîteya Zimhêrê di nava tevegerê de ye
Bi nêzîkbûna cejnê re komîteya Zimhêrê di nava tevegerê de ye
5 hezîran, 2018   15:11

REQA

Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Reqayê, ji ber nêzîkbûna Cejna Remezanê, nemaze ku bazaran qarbalex dibe û şênî pêwîstiyên cejê dikirin, xebatên xwe yên çavdêriya dukanan berfireh kirine,da ku keysbazî dernekeve.

Komîteyê, rojane li kolanên Til Ebyed, Mensûra, 23‘yê Sibatê li ser dukanan digerin û çavdêriya buhayan dike.

Endamê Komîteya Zimhêrê Ebdulmecîd Ebdullah derbarê mijarê de anî ziman rojna li ser dukanan digerin û buhayan kontorl dike, her wiha dukandaran hişyar dikin, da ku rê li ber keysbaziyê bigirin.Ebdullah diyar kir ku xebatên wan bi van rojan ji ber nêzîkbûna Cejnê  ji berê zêde bûye.

(bb)

ANHA