9 Koçber li Antaliya ya Tirkiyê xeniqîn

9 koçberên ku hewl didan derbasî Ewropa bibin li herêma Antaliya ya li berava Tirkiyê piştî ku gemiya wan loqî avê bû, xeniqîn.

9 Koçber li Antaliya ya Tirkiyê xeniqîn
3 hezîran, 2018   12:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê gemiyekê hin koçber ji Tirkiyeyê derbasî Ewropa dikirin li nêzî bajarê Demre ya Tirkiyê loqî avê bûn. Di encamê de 6 zarok jî di nav de bi giştî 9 koçber xeniqîn. Ewlekariya sînorê beravê jî 5 kes rizgar kirin û kesekî din jî hîn winda ye.

Li gorî agahiyên ji Rêxistina Koçberiyê ya navnetewî hatine wergirtin di sala 2017'an de 171 hezar kes derbasî Ewropa bûne û zêdeyî 3 hezar kes li ser riya Ewropa mirine.