HPG: 22 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Parastina Gel (HPG) li Bakurê Kurdistanê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di şer û çalakiyan de 22 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG: 22 leşkerên Tirk hatin kuştin
3 hezîran, 2018   12:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê, gerîlayên HPG`ê li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

HPG`ê li ser şer û çalakiyên gerîla ev daxuyanî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

Hêzên me 1`ê Hezîranê saet 10`an, li dagirkerên li ser girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Ji 6 baskan ve li çeper, stargeh û leşkerên li ser gir hate xistin û di encamê de stargehek û 2 çeperên dijmin hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 11 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

2`ê Hezîranê saet 19`an, hêzên me li artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê Çelê xistin. Çalakî ji 2 baskan ve hate kirin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, 6 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa TC a dagirker ev demeke hewl dide ji geliyê Girana ber bi herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrg ′rêya ewlekariyê` çêbike. Hêzên me roja 2`ê Hezîranê saet 09:30`an li leşkerên ku rê çêdikirin xistin. Ji cihekî nêz ve li leşker û dozereke ku rê çêdikirin hate xistin. Di çalakiyê de wesayit û çekên tê de hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe tevî birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

31`ê Gulanê, artêşa TC a dagirker li bejahiya Osmaniyeyê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me li geliyê Şehîd Bahoz yekîneyeke dijmin şopand û 1`ê Hezîranê saet 7`an li vê yekîneyê xistin. Derb ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin û leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

3`ê Hezîranê saet 2`an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li geliyê Arê û derdora girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin."