YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir

Navenda Raghîhandina YPG'ê nasnameya  sê şervanên xwe yên di çalakiyên li Efrînê ku di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk hat de şehîd bûn, eşkere kir.

YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
3 hezîran, 2018   11:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Raghîhandina YPG'ê derbarê 2 çalakiyên şervanên xwe yên di rojên 30 û 31'ê Gulanê daxuyanî dabû. Di daxuyaniyê de hatbû gotin ku di çalakiyan de 3 şervanên YPG'ê şehîd bibûn û destnîşan kir ku di demên pêş de wê nasnameyên wan were eşkerekirin.

Derbarê mijarê Navenda Ragîhandina YPG'ê daxuyaniyek din da û nasname eşkere kirin.

Daxuyanî wihaye: 

"Di dîrokên 30 û 31’ê Gulanê de hêzên me li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Meryemînê ya girêdayî navenda Efrînê û gundê Qûrtqûlaqê ya girêdayî navçeya Şera du çalakiyên bibandor pêk anîbûn. Di encama herdû çalakiyan de pevçûnên dijwar û demdirêj qewimîbûn.

Di pevçûnan de yên ku bi çav hatin tespît kirin 2 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatibûn kuştin, 3 rêhevalên me jî piştî şerekî lehengane gihîştibûn şehadetê. Nasnameyên hevalên me yên ku di pevçûnan de heya dawî li berxwe dan û şehîd ketin wiha ye:

 Nasnav: Bendewar Bêkes

Nav û Paşnav: Şerzad Mewo

Navê Dayikê: Stêrê

Navê Bav: Bezan

Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Gundê Meryemînê / 31 Gulan 2018

 ====

Nasnav: Hesen Peyanis

Nav û Paşnav: Recep Kaçar

Navê Dayikê: Cevahîr

Navê Bav: Mustafa

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Gundê Meryemînê / 31 Gulan 2018

==== 

Nasnav: Kendal Hawar

Nav û Paşnav: Ehmed Hesen

Navê Dayikê: Bes

Navê Bav: Nasir

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Qurtqulaqê / 31 Gulan 2018